Li Eskîşehîrê 6 xwendekar hatin girtin

  • 22:19 16 Hezîran 2026
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê di serdegirtina de 9 xwendekarên sosyalîst hatibûn binçavkirin û ji van 6 heb hatin girtin.
 
Li Eskîşehîrê di 13’ê hezîranê de li hember xwendekarên sosyalîst operasyon pêk hat û 9 heb hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê xwendekar sewqî Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar hat kirin.
 
Der barê 6 xwendekaran de biryara girtinê hat dayîn û der barê 3 heban de biryara tedbîra bi kontrol hat dayîn.
 
Kesên hatin girtin wihane:
 
“Endamên Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Rojhat Demirdoken, Îlknur Saglam û Yagmur Tokca, endama Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Bensu Ozkan, Rumeysa Batiran û Poyraz Aksu."