Dr. Feyza Akinerdem: Divê vegotinên jinan, heqîqeta jinan hebe

  • 09:03 17 Hezîran 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
STENBOL - Feyza Akinerdem da zanîn ku ji bo siyaseta aştiyê, civakî bibe divê jiyana rojane a mirovan bê dest girtin û heta ku daxwazên jinan yên welatibûna wekhev, ewlehî û tevlibûna demokratîk pêk neyê wê bi pêşeroja hevpar a civakê jî bawerî tune be.
 
Di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bi banga gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermendî konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn" pêk hat. Siyasetmedar, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî tevli konferansê bûn û eleqeyek mezin hat nîşandan. Konferansê du rojan berdewam kir û 8 rûniştin pêk hatin. Gelek mijar hatin nîqaşkirin.
 
Akademîsyen Feyza Akinerdem ku roja ewil a konferansê de di rûniştina "Vegotinên nû yên mijara Kurd: Bi hev re çîroka jiyanê çawa tê avakirin?" de axivî.
Feyza Akinerdem derbarê konferansê û vegotinên pêvajoya nû de ji ajansa me re axivî.
 
‘Di pêvajoya nû de vegotin û têgehên nû dertên pêş’
 
Feyza Akinerdem bakişan ser "Vegotinên Nû yên Mijara Kurd" û got bi vê li ser du aliyan disekinin û got di pêvajoya nû de têgehên nû li pêş wan e û got: “Ya yekemîn vegotina çarçoveya veguheriye. Em kîjan têgehan bikar tînin, çawa vedibêjin û ev çawa veguherîne heqîqetê. Vegotina van girîng e. Di dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê de mijara Kurd di astê cuda de derbas bû. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ev du care pêvajoya aştiyê tê jiyîn. Di ya yekemîn de vegotin û têgehên cuda derketin pêş. Di ya duyemîn de jî yên cuda derketin pêş. Di ya yekemîn de li ser herêmî, demokrasî, aktorbûna mirovan, mafê çandî nîqaş hatin meşandin; di vê demê de çîrokek girêdayê makro, herêmî û polîtîka derve de çîrokhat avakirin.”
 
‘Divê rejîm û pergala ewlehiyê ji nû ve bê avakirin’
 
Feyza Akinerdem wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de têgeha nû pêşeroj e. Di bin vê têgeha pêşerojê de jî têgeha ewlehiyê heye. Ji ber ewlehî hewcedariya hemû cîhanê ye. Ne tenê hewcedariya herêmiye. Aştî bi hewcedariya ewlehiyê tê. Ev dikare erênî jî bê nirxandin neyînî jî bê nirandin. Mînak di pêvajoya çareseriyê ya ewil de feraseta ewlehiyê pir dihat rexnekirin. Lê niha derket holê ewlehî mijareke hevpar a netewî, herêmî û navneteweyî ye. Ji ber vê jî divê em hemû di ewlehiyê de bin û rejîm, pegala ewlehiyê ji nû ve bê avakirin.”
 
Di jiyana hevpar de wekheviya şertan û aştî
 
Feyza Akinerdem di axaftina xwe de daxuyakirin ku jiyana bi hev re rastiya civakan e û ji bo avakirina vê jî divê civak bikeve aştiyê. Feyza Akinerdem wiha berdewam kir: “Jiyana bi hev re heye û raste. Rastiya me jiyana bi hev re ye. Em ji hev cuda najîn. Netew-dewleteke ku 100 salê xwe qedandiye û vê sedsalê de pevçûn, naqokî û zehmetî hebin jî heman sînordan dem dijîn. Jiyanek hevpar heye lê dema şert û merc ne wekhev bin, em nikarin behsa jiyaneke hevpar a demokratîk bikin. Di jiiyanek hevpar a hiyerarşîk bêguman jiyanek hevpar ne pêkane.”
 
‘Hewcedariya me bi tevgera welatibûna jinê heye’
 
Feyza Akinerdem got di sedsala ewil a komarê d eli Tirkiyeyê di jiyana cemwerî de hebûna jinê, welatibûna wekhev a jinê pêk nehatiye û got: “Ev girîng e. Ev rewş ji terza jiyanê, bawerî, etnîsîte, mezhebî serbixwe derket holê. Lê em tecrubeyeke hevpar a jinê dijîn. Ev tecrubeya hevpar jî rewşa nwekhevbûnê ye. Ji ber vê ez hewcedarî bi tevgereke welatibûna jinê dibînim. Li cihê ku jin bi awayekî wekhev tevli mekanîzmayên biryarê, siyasetê, di maseyan de wekhev rûnenin, siyaset, aştî, muzakere û ewlehî jî ne pêkan e.”
 
‘Neçare li ser wan maseyan heqîqet hebe’
 
Feyza Akinerdem diyar kir ku divê di pêvajoyên aştiyê de jin hebin û li ser maseyan cih bigirin û ev tişt anî ziman: “Divê li ser wan maseyan jin hebin. Jin tunebin aştî ne pêkan e. Neçare vegotinên jinan, heqîqeta jinan hebe. Divê fikarên civakê ji holê rabin. Divê pêvajo bi jiyana rojane re bibe yek. Divê biyanîbûna navbera siyaset ê û mirovan de ji holê bê rakirin. Hemû ciwan, ciwanên Kurd Tirk der barê pêşerojê de fikaran dijîn. Ger ku hewcedariyên wan yên rojane neyên dîtin wê baweriya van mirovan tu carê ava nebe.”
 
‘Divê aştî ji her kesî re bê vegotin’
 
Feyza Akinerdem di dawiya axaftina we de diyar kir ku divê aştî ji her kesî re bê vegotin û got: “Aştî têhgeke neşênbere. Têgeheke ku mirov bi hêsanî fêm nake ye. Divê têgehê bê berfirehkirin û ji her kesî re ev bê vegotin. Divê ev çîrok bi her kesî re bibe yek. Dema ku bê gotin ‘em aştiyê ava dikin’ divê têgeh bên vegotin û her kesî bihewîne. Divê hewcedariyên mirovan bê tespîtkirin û bi tevlibûneke demokratîk bê xurtkirin.”