Li Brezîlyayê di civînekê de xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hate nirxandin

  • 10:52 24 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê rêxistinên sosyalîst, azadîparêz û civaka sivîl li hev civiyan. Tevgerên Kurd û Fîlîstînî jî beşdar bûn.
 
Li bajarê Belo Horizonteyê ku paytexta eyaleta Minas Gerais a Brezîlyayê ye, bi banga Komîteya Hevgirtina bi Fîlîstînê re civîneke hevgirtinê û li dijî serdestiya dewletan hate lidarxistin. Civîn li Abîdeya Mafên Mirovan a Belo Horizonteyê pêk hat. ku ev der di serdema dîktatoriya Brezîlyayê de weke navendeke êşkencekirin û girtina kesên ku li dijî dîktatoriya Brezîlyayê derdiketin, dihat bikaranîn. Cihê berbehs du salan beriya niha ji aliyê gel ve hat guhertin û bû muzexaneya berxwedana li dijî dîktatoriyê.
 
Li gel Komîteya Hevgirtina bi Filistînê re, Rêxistina Sosyalîst a Azadîxwaz (OSL), Tevgerên Femînîst ên Belo Horizonteyê, Kasa Invisivel, Tevgera Rêxistinbûna Gel a Minas Geraisê (MOB/MG), Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Doza Kurd (NUPIEC), Enstîtuya Mafên Mirovan û Hevwelatîbûnê ya Helena Grecoyê (IHG), Saziya Abîdeya Mafên Mirovan û Tevgera Azadiya Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Di civînê de mijarên; hewcedariya avakirina amûrên kolektîf ên li ser bingeha otonomî, Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşkêşkirin, demokrasî û azadî hatin gotûbêjkirin.
 
Endamên Komîteya Hevgirtina bi Filistînê re diyar kirin ku enternasyonalîzm pîvaneke hevpar a hemû têkoşînên civakî ye û destnîşan kirin ku fêmkirina têkoşîna gelê Kurd wê bibe alîkar ji bo pêşxistina amûrên ku têkoşînên li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewletan bikin yek.
 
Endamên Enstîtuya Mafên Mirovan û Hemwelatîbûnê ya Helena Grecoyê (IHG) jî piştgirî dan nîqaşan û destnîşan kirin ku Şoreşa Jinan a Rojava, bi taybetî bi saya rêxistinbûna jinan a ku bingeha pergala konfederal pêk tîne, ronahiya hêviyê pêşkêşî tevgerên çepgir ên sedsala 21'emîn dike.
 
Endamên OSL'ê jî bal kişandin ser zehmetiyên berxwedana li hundirê Brezîlyayê û tecrûbeyên ku ji gelên xwecihî yên ku di bin zext û êşkenceya dewletê de jiyana xwe berdewam dikin, hatine bidestxistin.
 
Di dema civînê de belgefîlmeke li ser kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo tê birêvebirin, hat nîşandan. Her wiha rêgêzên bingehîn û pîvanên pratîkî yên Konfederalîzma Demokratîk bi hûrgulî hatin nirxandin.
 
Di encama nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de de du xalên bingehîn derketin pêş:
 
*Kapasîteya pêşxistina siyaseteke serbixwe ya gel ku bikaribe gelan dîsa bîne cem hev û li hemberî windakirina demokrasiyê hêzeke hevpar ava bike.
 
* Hewcedariya avakirina polîtîkayên enternasyonalîst ku fersendê bide gelan da ku li ser asta cîhanê li dijî emperyalizm û faşîzmê berxwedaneke yekbûyî nîşan bidin.
 
Di dawiya civînê de Tevgera Azadiya Kurdistanê diyar kir ku nîqaşên li Tirkiyeyê ji ber bêtevgerî û bêdengiya dewletê bi zehmetiyên mezin pêş dikevin. Tevgerê destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo mifteya bingehîn e ji bo destpêkirina pêvajoyeke veguhertina siyasî ya ku li ser misogeriyên pêwîst ava dibe.