Li Amedê mirina bi guman

  • 19:33 24 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê Nurcan Akpîrînç ya bi guman jiyana xwe ji dest da hat hînbûn ku tundî û tehdîdên mirinê girtiye.
 
Li navçeya Rezan a Amedê jina bi navê Nurcan Akpîrînç y a6 mehî ducanî bû bi guman jiyana xwe jidest dayî hat dîtin. Nurcan Akpîrînç ku ewil gotin windaye û piştre mirî hat dîtin, mêrê pê re zewicandî M.A piştî bûyerê winda bû û der barê mirina bi guman de lêpirsîn hat destpêkirin. Çavkaniyên me xwe gîhandinê diyar kirin ku Nurcan Akpîrînç her tim rastî tundiya sîstematîk hatiye.
 
Derket holê ku her tim tehîdên mirinê girtiye. Her wiha derket holê ku malbatê wêneyên Nurcan Akpîrînç  yên dema jiyana xwe ji dest daye, nîşanê kesên ku tevli şînê bûne,dane.
 
Piştî jiyana xwe ji dest daye wêne hatiye kişandin!
 
Di wêneyên ku gihişt ber destê ajansa me de daneyên xurt yên ku mirin bi gumane hene û parvekirina wêneyên ji aliyê malbatê ve jî rê li ber pirsnîşanan vedike.
 
Lêpirsîn didome û bi rapora otopsiyê wê mirina bi guman ronî bibe.