‘Bi tunekirina îradeya siyasî aştî nikare bê avakirin’

  • 09:05 25 Hezîran 2026
  • Rojane
Azîze Akoglu
 
ENEQERE - Ji Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Keskan Gulcan Tarkan da zanîn ku wek pêkhateyên DEM Partiyê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşin û wiha got: “Ger ku em bi tevgera Kurd re di riyeke wisa de aştiyê pêk neynin, em jî nikarin der barê şoreş û sosyalîzmê de veguherînekê ava bikin.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banaga ‘Aştî û civaka Demokratîk’ kir û bi vê re jî hemû aliyan diyar kirin ku wê bi têkoşîna hevpar û rêxistinkirî aştî bê avakirin. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî, lijneyên civaka sivîl û aliyên cuda, ji bo aştiyê peymana têkoşînê parve kirin.
 
Ji Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Keskan Gulcan Tarkan da zanîn ku bi çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare guherîneke pêk bê.
 
'Gavên ku ji bo aştiyê tune ne'
 
Gulcan Tarkan da zanîn ku di pêvajoyeke ku aştî pêk nayê de ne û got: “Ligel vê em israra aştiyê didomînin.Ji bo aştiyê ji bo çareseriyê çi ji destê me tê em dikin.  Em aştiyek bi rumet dixwazin. Yek ji gavên girîng berdana çekan bû. Ev gavek girîng bû. Lê hîna desthilatdariyê gavek navêtiye. Ji bo girtiyên nexweş tu gav nehatiye avêtin. Ji bo girtiyên siyasî tu tiştek nehatiye kirin. Ger îro behsa aştiyê bikin divê tundiya polîs tune be. Lê em dibînin ku hêzên ewlehiyê yên dewletê bê kontrol êrîş dikin. Jİ bo vê em nikarin besa aştiyê bikin. Her roj jin tên qetilkirin. Em nikarin behsa aştiyê bikin.”
 
‘Divê kanalên têkiliyê bên avakirin’
 
Gulcan Tarkan daxuyakirin ku der barê pêvajoyê de gavek şênber nayê avêtin û wiha bi lêv kir: “Em tevî her tiştî dibêjin aştî. Em israr dikin. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Ji bo vê jî em dixwazin pêvajo zelal bê meşandin. Divê kanalên têkiliyê bên avakirin. Wek pêkhateyên DEM Partiyê hemû armanca me ev e. Em dixwazin pisgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Ger ku em bi gelê Kurd re aştiyê pêk neynin em ê nikaribin di şoreş û sosyalîzmê de jî veguherînê pêk bînin.”
 
‘Em dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin’
 
Gulcan Tarkan di berdewamiyê de wiha got: “Em jin dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin gotina xwe derdê xwe bêjin û hevdîtinê bikin. Heyet diçin wir lê piştî wê ragîhandinek tê kirin. Em dixwazin yekser biaxivin û daxwazên xwe bînin ziman. tundî her diçe zêde dibe. Mirov bi fikarin û srê wan tevlihev dibe.  Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Jin wê bibin kirdeya pêvajoyê.Divê em ji bo vê li ber xwe bidin.”