ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 27 Hezîran 2026
- Rojev
* Parêzer Îrem Esra Altun der barê mirinên bi guman yên jinan û qetilkirina jinan de axivî û got: “Dozger û dadger darizandinek bi bandor nameşînin. Nêrîna ku desthilatdarî afirandiye bandor li her derê kiriye.” BI DÎMEN
*Li Rihayê zarokê bi navê Muhammed Kendîrcî bi îşkenceyê hatibû qetiklirin. Derbarê kuştina Muhammed Kendîrcî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve îdianame hat amadekirin û şandin 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê. Lê dadgehê daxwaz kir ku doz li bajarekî din bê dîtin.
*Di dîmenên nû yên der barê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiya fîzîkî li astengdar, kal û pîr û nexweşan dikin. BI DÎMEN







