ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 4 Tîrmeh 2026
- Rojev
*Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya der barê pêvajoyê û tecrîda didome de axivî û got: “Birêz Ocalan bi sînor hevdîtinan dike. Ev wê encamek çawa baş derxe holê? Divê azadiya fîzîkî pêk bê. Civak her gavê dişopîne. Divê her alî berpirsyariyê bigire ser xwe.”DÎMEN HEYE
*Ji bo dayikekê carinan beramberê hezar kîlometre rê 40 deqe ye. Malbatên ji bo zarokên xwe bibînin dikevin rê diyar dikin ku bajarên dûr hem wan hem zarokên wan ceza dike.DÎMEN HEYE
*Olcay Aras a 78 salî ku bi salan li dibistanên gund mamostetî kir, xeyala xwe ya zarokatiyê li navendê pêk anî û keda jinê û jiyana civakî dibe ser tuvalên xwe. DÎMEN HEYE







