Serdanên sersaxiya ji bo Nevîn Îl didomin

  • 15:23 9 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Serdanên sersaxiyê ji bo Seroka Meclîsa DTSO'yê Nevîn Îl dê piştî xwendina *Mevlîd* bi dawî bibin.
 
Li Mala Sersaxiyê ya Weqfa Orfioglu ya li navçeya Peyasê şîn ji bo Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO) Nevîn Îl ku li Stenbolê di dema dermankirinê de jiyana xwe ji dest da û di 7'ê Tîrmehê de li Goristana Yenîkoyê hate veşartin, têne kirin.
 
Îro Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û her weha hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî şîna ji bo Nevîn Îl bûn.
 
Beşdaran dema ku Nevîn Îl di têkoşîna rizgariya jinan, civaka sivîl û cîhana karsaziyê de bi bîr anîn, tekez kirin ku têkoşîna wê di tevahiya jiyana xwe de daye dê berdewam bike.
 
Şîna hat danîn dê piştî xwendina *Mevlîd*ê bi dawî bibe.