Li ber Meclisê banga 'Gavên qanûnê bavêjin, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin'

  • 13:51 11 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye bi boneya salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî da. Jinan daxwaz kirin ku gavên qanûnî werin avêtin û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên kirin. 
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27’ê Sibatê de kir şûnde, PKK’ê di 5-12’yê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Piştî vê di 11’ê Tîrmehê de bi Pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê 30 gerîlayî li Silêmaniyê li şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. 
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye bi boneya salvegera şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan dirûşma "Ne şer, niha aştî" û “Jin Jiyan Azadî” berz kir. 
 
Ji Înîsiyatîfê akademîsyen Hulya Osmanoglu mafê axaftinê girt û bal kişad ser pêvajoyê û got: "Ne tenê ji bo danîna çekan, di heman demê de ji bo vekirina rê li ber çareseriyek demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd, hîn jî ji hêla parlementoyê ve çarçoveyek qanûnî û siyasî negirtiye. Ji ber vê yekê, di salvegera yekem a şewitandina çekan a par de, em, wek Înîsiyatîfa Jinan, careke din bang li parlementoyê dikin ku erkê xwe bicîh bîne. Komîsyonê rapora xwe temam kiriye. Hevdîtinên pêwîst hatine kirin. Niha, salek şûnda, em li vir li ber deriyê parlementoyê ne ku daxwaz bikin ku gavên pêwîst werin avêtin da ku jin jî beşdar û rêxistinkerên avakirina aştiyê ya li ser bingehek demokratîk bin. Tiştê ku me par li wir dît, dema ku ew çek hatin şewitandin, biryardariyek bêkêmasî bû. Ew biryardariyek bû ji bo avakirina aştiyê û ji bo misogerkirina ku têkoşîna ku bi salan e tê meşandin bi aştiyê bi dawî bibe. Bese Hozat ev yek bi nivîsa ku xwend nîşan da û hevalên din jî bi kiryarên xwe nîşan dan. Îro, em, wekî endam û destpêkerên Înîsiyatîfa Jinan ku ji çar aliyên vî welatî tên, li vir in da ku bersiva banga aştiyê ya ku Bese Hozat di 11'ê Tîrmeha sala borî de xwendiye bidin û bê guman, bang li parlementoyê bikin ku gav bavêje."
 
Dûre metna hevpar ji aliyê endama însîyatîfê Nîlgun Sarmanel ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Me wek Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye salek berê, di 8'ê Tîrmehê de, bi dirûşma "Meclis ber bi kar ve, Jin ber bi têkoşîna aştiyê ve' li ber deriyê vê meclisê bang kiribû. Me ji vir xwestibû ku di nav meclisê de ji bo aştiyê bi lezgînî komisyoneke were avakirin û wek jin me 5 daxwazên xwe yên bingehîn rêz kiribûn. Di vê salekê de gelek tişt qewimîn. Bo nimûne, ew komisyona ku me wê rojê daxwaz kiribû hat avakirin; her çend di roja wê ya dawî de be jî, em wek jinan hatin vir û me daxwazên xwe gihandin wê komisyonê. Lê mixabin, gotineke me jî di rapora dawî de cih negirt, heta behsa wê yekê jî nehat kirin ka jin di nava vî şerî de çi êş û azaran dibînin. Wek ku me hema piştî eşkerebûna raporê jî got, di rapora Komisyona Hevgirtin, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya TBMM'ê de 'navê jinan tune bû'. 
 
Hevdîtina saziyan bi Abdullah Ocalan re 
 
Ew her pênc daxwazên ku me wê rojê li vir û piştre jî di komisyonê de anîbûn ziman ev bûn: Divê siyaset neyê krîmînalîzekirin û wek sûc neyê nîşandan, yanî rakirina Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û qanûnên mîna wê, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên nexweş; paşvekişandina hemû qeyûman û betalkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya peywendîdar; ji bo hemû nasname û pêkhateyan dabînkirina wekheviyeke rasteqîn û giştgir di vî warî de rakirina astengiyên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û girtina xizmetên saziyan; darizandina zilamên bi unîformayî (tîmên taybet, cerdevan û hwd.) ên ku hêza dewletê digirin pişta xwe û tûndtijiya zayendî dikin, rûbirûbûna bi van sûdan û çareserkirina encamên koçberiya bi zorê; û ya dawî jî, vekirina riya hevdîtina jinan, rojnamevanan û civaka sivîl bi Abdullah Ocalan re ku aliyekî vî pêvajoyê ye, da ku bi vî rengî jin bikaribin li ser hemû masayên ku aştî lê tê axaftin gotina xwe bejin.
 
Desteserkirina şaredariyan
 
Îro siyaset ji her demê zêdetir wek sûc tê nîşandan. Li aliyekî bi operasyona bêhiqûqî ya li dijî CHP'ê re, dema ku tê gotin bila li welat di şûna çekan de siyaseta demokratîk biaxive, bi destê darazê qada siyasetê bêtir tê tengkirin; li aliyê din jî ji bo dilxweşkirina rêxistina şer a emperyalist NATOyê û ji bo bêdengkirina her îtirazekê, rêbazeke bi navê "girtina pêşîgirtinê" tê sepandin. Em di van rojan re derbas dibin ku ev bajarê ku em tê de ne, ji gelê wê tê xalîkirin. Gava em dibêjin bila di vê riya ber bi aştiyê de Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê were rakirin, dewlet ji rabirdûyê rêxistinan zindî dike, mirovan bi endamtiya rêxistinên ku navê wan jî nebihîstine tawanbar dike û tu carî dest ji têgîna 'terorê/ bernade. Her çend ji pakêtên darazê were derxistin jî, bi desteserkirinên di Meşên Serbilindiyê de, bi serdegirtina komeleyan, bi astengkirina hesabên medyaya civakî û hwd., LGBTÎ+ bûn bi siyaseta dijminatiyê tê qedexekirin û krîmînalîzekirin. Dewlet ne tenê girtiyên siyasî serbest nade û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ê yên ku di rapora komisyonê de jî hatine destnîşankirin bi cih nayîne, her wiha ji şoreşgeran bigire heta xwebexşên TEMA'yê, ji rojnamevanan heta komedyenan bi îşkenceyê desteser dike; her wiha heqaret zayendî li hevalên me yên parlamenterên jin Sevda Karaca û Burcugul Çubuk dike. Di vê salekê de tenê şaredariyek jî radestî şaredarê wê yê hilbijartî nehatiye kirin û qeyûmek jî paşve nehatiye kişandin, em dibînin ku rêveberiyên herêmî yên di destê opozîsyonê de jî bi cûrbecûr rêbazan tên desteserkirin. Gava em dibêjin wekhevî bingeha aştî û demokrasiyê ye, em dibînin ku çav birine mafên medenî yên jinan û heta tehemûla wan ji bo ramana wekheviyê jî tune ye. Gava em dibêjin divê astengiyên li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û xizmeta saziyan werin rakirin, em dibin şahid ku di komisyona meclisê ya ku ji bo vê pêvajoyê hatiye avakirin de jî rê nadin Dayikên Aşitiyê ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Em eşkere dibêjin: Lêgerîna tazî, tûndtiyeke zayendî ye! Rewayîpêdan, lêkolîn nekirin, rûbirû nebûn, nedarizandina tûndtiya zayendî û veguherandina wê bo çekeke şer û amûreke rûreşkirinê, dibe sedema belavbûna vê tûnditiyê.
 
Kiryar dê bêceza bimînin?
 
Em her wiha ji ber vê yekê salek e dibêjin ku di çarçoveya vê pêvajoyê de divê zilamên bi unîformayî yên ku sûcên zayendî kirine werin darizandin. Dema me ev yek di komisyona meclisê de anî ziman, gava me hişyarî da ku encamên bêcezakirina gefên destavêtinê yên ku tîmên taybet beriya 10 salan li ser dîwar û neynikên malan nivîsandibûn dê giran bin û em ê van encaman bijîn, û şer metirsiya wê yekê heye ku di jiyana rojane ya jin û keçan de wekî êrîşeke li ser laşê wan berdewam bike, em bi rastî berteka"Li cem me tiştên wiha nabin" rûbirû man. Lê belê, tiştên ku bi cînayeta Gulistan Doku re derketin holê, nîşan da ku em di hişyariya xwe de çiqas mafdar bûn. Ev torên ku leşker, polîs, walî, cerdevan, bijîşkê nexweşxaneyê û hîn bêtir di nav de ne û li dijî jin û keçan tên bikaranîn, encama rêbazeke şer in. Îro em ji Wezîrê Dadê yê ku dibêje ew ê Daireya Lêkolîna Sûcên Faîlî mechulan dipirsin: Kî vê şebekeya sûcê ya ku tenê li Dêrsimê, di Zanîngeha Munzurê de kar dike diparêze? Îro ew jinên şervan ên ku em li bendê ne çekan deynin û vegerin Amed, Dêrsim, Wan, Batman, Silopiyayê, gelo dê vegerin şertekî wiha ku zilamên çekdar û xwedî hêza giştî ya dewletê her tiştê ku dixwazin dikin, qanûn ji bo wan kar nake û sûdên wan ên zayendî bêceza dimînin?
 
Destûr nayê dayîn ku civak çi fêr bibe?
 
Û ya dawî, daxwaza me ya vekirina riya hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re bi awayekî zelal, cihgirtina jinan li ser masayên ku aştî lê tê axaftin, û çêkirina qanûna vegerê bi çavdêriya mafên jinan, di vê sala dawî de bersiv nedît. Heta di van rojan de ku tê axaftin qanûn wekî çarçoveya pêvajoyê were meclisê, em fêr dibin ku zêdetirî 40 roj in rê nayê dan ku Şandeya Îmraliyê biçe. Çima? Destûr nayê dayîn ku civak çi fêr bibe? Naveroka vê qanûna ku tê gotin dê heta dawiya meha Tîrmehê were derxistin çi ye? Gelo ev qanûn dê bibe qanûneke ku riya siyaseta demokratîk vedike, an dê bibe qanûneke dîlgirtinê ku pêvajoyê tîne rewşeke 'êdî qewimî û qediya'?
 
Derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk
 
Erê, heta niha vê meclisê û hukûmetê di dema derbasbûyî de gavên pêwîst ji bo aştiyê neavêtine. Lê hîn wext heye, hîn tiştên ku mirov bikaribe bike hene. Îro di heman demê de salvegera yek ji gavên herî girîng e ku ji bo aştiyê hatibû avêtin: salvegera merasîma şewitandina çekan. Di wê merasîmê de berdevka Koma Aştî û Civaka Demokratîk Bese Hozat wiha gotibû: 'Ji niha û pê ve, ji bo ku em têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em di hizûra we de çekên xwe bi vîna xwe ya azad tune dikin. Bêguman ji bo ku ev destpêka dîrokî bi ser bikeve, pêdivî bi reformên hiqûqî yên pir cidî heye.' Helbet wateyeke cuda ya vê yekê heye ku ev gotinên li ser dûrketina ji çekan û têkoşîna di qada siyaseta demokratîk de di bin pêşengiya jinan de hatine gotin. Ji ber ku di erdnîgariyeke ku evqas wekhevîsazî, înkar û cudakarî tê de heye, ji bo jinan li derveyî têkoşînê man ne vebijarkek e. 
 
Wekî ku me wek Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye di rapora komisyonê ya ku me pêşkêşî meclisê kiribû de got; ji bo ku çek bi awayekî paşveneger ji jiyana me derkevin, divê em hemû û berî her tiştî saziya siyasetê biguhere û veguhere, û li ser bingehê tunekirin û înkarê neyê avakirin. Di van rojan de ku qanûn tê nîqaşkirin, em bi bîr dixin ku eger em li bendê bin ew kesên ku dê vegerin, rûbirûyî jiyaneke ku tê de wekî kurd û wekî jin bêwekhevî, neheqî, bêhiqûqî, tûndtiya dewleta mêrsalar û mêtingerî li wan tê ferzkirin bibin, ev yek dê bibe zemînek ji bo şerên nû.
 
Em di siyaseta demokratîk de israr dikin
 
Em daxwazên xwe careke din ji vir dubare dikin; em israr dikin li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne, lê riya siyaseta demokratîk vedike; qanûneke ku tê de tu kes ji ber parastina mafên xwe nayê girtin, yên ku ji ber siyaseta xwe di girtîgehê de ne serbest tên berdan, tiştekî bi navê qeyûm tune ye, kurd, jin, LGBTİ+ û her kes wekhev e, zimanê dayikê maf e, ew kesên ku unîformaya dewletê li xwe dikin û çekan digirin destên xwe nikarin sûcên zayendî li dijî jinan bikin û ser vê nayê girtin, gundê tu kesî wekî herêma ewlehiyê ya taybet nayê ragihandin! Yanî em li ser qanûneke ku ne sûcdarên nû diafirîne, lê riya siyaseta demokratîk vedike israr dikin!