Merve Erbek hat definkirin

  • 17:21 14 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Merve Erbek ya li Dêrikê ya li mala xwe bi çekê jiyana birîndar bû û jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
 
Li taxa Şahwerdî ya Dêrik a Mêrdînê di 9'ê Tîrmehê de Merve Erbek ya 15 salî  bi çekê ji paşê serê wê ve bi giranî hat bîrindarkirin. Merve Erbek ya li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Merve Erbek li gundê Ketû hat definkirin.
 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivil tevli merasimê bûn.