Bedriye Karaçay 5 roj in winda ye

  • 09:59 25 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Bedriye Karaçay a li Kagithaneyê dijî, 5 roj in winda ye.
 
Bedriye Karaçay (27) a li Taxa Telsizler a navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê dijî, ji 21'ê Tîrmehê vir ve winda ye.
 
Tê îdiakirin ku Bedriye Karaçay piştî nîqaşek bi hevjînê xwe Volkan Karaçay re ji malê derketiye. Bedriye Karaçay 5 roj in winda ye û xebatên lêgerînê berdewam dikin.