Li 25 bajaran bîstanê komun:Jin aboriya xwe ava dikin
- 09:02 1 Tebax 2026
- Ked/Aborî
Semra Turan- Rojda Aydin
AMED- Şaredariyên DEM Partiyê li 25 bajaran 28 ‘Bîstanên Komun ên Jinan’ ava kirin. Di bîstanan de rihê piştevaniya komun dertê holê û yek ji hedefên wan ev e ku vê xebatê mezin bikin, bazarên jinan ava bikin.
Bi hevkariya Yekitiya Şaredariyên Herêma Başurê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) û Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Kurdistanê ‘Bîstanên Komun yên Jinan’ tên avkairin.
Di bîstanên komun de li gorî taybetiyên herêmê hilberîn tê kirin, sebze, fêkî û gelek berhemên din tên çandin. Ji roja şaredariyên DEM Partiyê hatin hilbijartin li 25 bajaran 28 Bîstanên Komun ên Jinan hatin avakirin. Nêzî 40 jin di van bîstanan de dixebitin û xebata kolektîf derdixin pêş.
Berpirsya Yekîneya Aboriya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a GABB’ê Perî Orun der barê armanc û hedefa projeyê de axivî.
Çima bîstanên komun?
Perî Orun da zanîn ku pergala serdest a mêr keda jinan piştperde dike û got: “Polîtîkayên çandinî û bajarvaniyê mixabin di pergala serdest a mêr de hîn girantir bi cih dike. Me jî bi Bîstanên Komun yên Jinan xweset li dijî modernîteya kapîtalîst, jinan di hilberînê de bikin kirde. Hedefa me ev e ku em zanîna hilberînê ya hezaran salî a jinan belav bikin û jinan bikin xwedî biryar. Di Bîstanên Komun de li şûna têkiliya rekabet an jî mulkiyeta şexsî, em ked, biryar, bepirsyarî û piştevaniya hevpar esas digirin. em di bîstanan de modela aboriya komunal demokratîk û azadiya jinan esas digirin.”
‘Nîqaşên ewil 2014’an de hatin meşandin’
Perîn Orun wiha bi lêv kir: “Nîqaşên bîtsanên jinan di 2014’an de dest pê kirin. Wê demê hedefa ku mdoela aboriya komunal li herêmê bikin pratîkê hebû. Lê bi qeyûman re ev hedef hatin astengkirin û xebat hatin sekinandin.Bi bidestxistina şaredariyan re di 2025’an de ev proje dîsa hat rojevê. Mêrdîn û Wan herêmên pîlot hatin hilbijartin. Li vir xebat hatin meşandin.”
Li 25 bajaran 28 bîstan
Perî Orun bi lêv kir ku heta niha li 25 bajaran 28 ‘Bîstanên Komun ên Jinan’ hatine avakirin û got: “Nêzî 400 jin di bîstanan de dixebitin. Bîstan li taxan li erdên ku jin dikarin peyatî biçin hatine çandin. Em dixwazin bîstanên jinan li her bajarî bikin jiyanê. Dema em bîstanan ava dikin em analîza herêman dikin û kîjan ax baş e tê tespîtkirin.Niha li bîstanan firingî, îsot, kundir, bamya, fasule, garis, pîvaz, sîr, zebeş û her wekê din hatine çandin. Li hinekan dest bi komkirinê hatiye kirin.”
'Ji hemû jinan re vekiriye'
Perî Orun bi lêv kir ku Bîstanê Komun ê Jinan ji hemû jinan re vekiriye û bi taybet jî ji bo jinên ku rewşa wan a aborî nebaşe vekiriye. Perî Orun di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Armanca me ev e ku di alî aborî de piştevaniya jinan em bikin. Em li ser mezikirina vê jî nîqaşan dimeşînin. Jin li gorî saeta dixwazin tên. Avdan, paqijkirinê û her tişt hevpar tê kirin. Jin di nav xwe de biryar didin ku saet di çendan de bên û çi bikin. Em hewl didin nirxa ked û piştevaniyê di bîstanên komun de ava bikin. Em naxwazin hilberîna bîstan tenê bi sezonekê bidomînin. Em dixwazin her demsal bidomînin. Eleqeya jinan ji bo bîstan pir zêde ye. Jineke li Wêranşarê tov li mala xwe veşartibû hebû. Dema dibîne bîstanê jinan tê avakirin mereq dike û dipirse. Heval jî projeyê jê re dibêjin. Ew jî dibêje tovên ku bi salane veşartiye heye û tîne diçînin. Tovên bi salan şîn bûn. Em dixwazin bîstanê komun mezin bikin.”
Sibê: Jinên di komunê de dixebitin vedibêjin.







