Ji Dîlan Demîr hefteyeke agahî nayê girtin

  • 15:53 4 Tebax 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Hefteyek e ji Dîlan Demîr a astengdara zîhnî ku ji malê derket agahî nayê girtin.
 
Li taxa Bulak a navçeya navendî ya Colemêrgê di 28'ê Tîrmehê de astengdara zîhnî Dîlan Demîr (24) piştî ji malê derket agahî jê nayê girtin.
 
Li gorî kesên ku ew dîtine Dîlan Demîr berî bi hefteyekê piştî ji malê derketiye êvarê nehatiye malê. Piştî Dîlan Demîr nayê malê xizm û malbata wê dest bi lêgerînê dikin. Xebatên lêgerînê ku piştî bi demeke kurt ekîbên lêgerîn û rigarkirinê jî tevli bûn berdewam dikin.