ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2026'AN
- 09:00 20 Tebax 2026
- Rojev
*Jinên li çiyayên bilind ên Dêrsimê, diyar kirin ku tiryak, fihûş û asîmîlasyon bandorek kûr li ser welatiyan dike û gotin, "Divê her kes vegere jîngeha xwe ya xwezayî; jiyan li vir pir xweş e." DÎMEN HEYE
*Qentereya dîrokî ku bi sedan salan şahidiya kolanên kevirî yên li nava Sûrên Cizîrê kiriye, yek ji wan avahiyên ku bîra çandî ya bajêr digihîne roja me ya îro. Ev avahiya dîrokî ku dîroka wê vedigere dusedsal zêdetir, ji ber bêxwedîbûn û sersariye hatiye ber hilweşînê. DÎMEN HEYE
*Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Belkiz Suleymanoglu bal kişand ser wê yekê ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhere aştiyeke mayînde misogeriya hiqûqî şert e û teqez kir ku divê Qanûna Çarçoveyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statûya ziman û çanda Kurdî bigire bin misogeriyê. DÎMEN HEYE
*Bi projeya ku li Heskîfa 12 hezar salî hate pêkanîn, ne tenê avahiyên dîrokî yên navçeyê hatin wêrankirin, bîranînên jiyanî yên jinan, hevsengiya ekolojîk a Geliyê Dîcleyê û mîrateya çandî ya hevpar a Mezopotamyayê jî hatin tunekirin. DÎMEN HEYE







