ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 27 Îlon 2026
  • Rojev
 
*Endama Komeleya Jinan a Star Omur Çîftçî der barê dosyaya Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji ber di ku di kezebê de av nehat tespîtkirin serî li testa dîatom da. Hîna ji vê jî bersivek nehatiye. Heta heqîqet dernekeve holê em ê şopdarê dozê bin.” DÎMEN HEYE
 
*Malbatên Suryanî ku piştî darbeya 1980’yî koçî derveyê welat kirin 46 salan şûnde vegeriyan gundê xwe û Dêra Mor Şemun d’Zeyte ku wêran bibû ji nû ve rakirin ser piyan. DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Komîsyona Hiqûqê ya Bajar Hawirdorê ya Baroya Amedê Berfîn Kilinç Ustun derbarê şîrketên biyanî û faliyetên wan ku li Amedê dibin sedema kirkirina ekolojiyê nirxandin kir û got: “Bêyî top û çekan stratejiya  şerê taybet tê meşandin. Qada jiyana mirovan ku ji sermayeyê re tê vekirin gelo ne şer e? Projeyên we bi revîze ÇED’ê betal kirin, bi revîzekirina beşek raporên ÇED’ê ji nû ve dest bi faliyetan dike.” DÎMEN HEYE
 
*Hat hînbûn ku jinekekê ji ber şerê li Sûriyryê koçî Bismilê kiriye, ji aliyê T.Y. ve li Şirnexê hatiye desteserkirin. Hat îdîakirin ku li vir mêrê bi navê A.Y. jî bi zorê hişbir daye, tecawizê wê kiriye û hewl daye ku bi zorê fuhûşê pê bide kirin.