Hînkariya hiqûqa modern
- 09:03 25 Îlon 2026
- Jineolojî
"Di encamê de teorîsyenên hiqûqa xwezayî û yên hiqûqa pozîvîst tecrubeya mirovahiyê dispêre ya mêr û normên hiqûqa pergala serdest ya mêr û kapîtalîst ava dike û pêkanîna wê esas digire. Di serî de jin hemû kesî ku wek kirdeya hiqûqî nayê hesibandin, ji her cureyê êrîşê re vekirî dihêle."
Rûşen Seydaoglu
Pergala serdest ya mêr, kapîtalîst û terza navendîbûnê bi destê hiqûqê wateyan bar dike, stuya ku dide-nade, bi polîtîkayên cuda belav dike. Ji ber vê jî fêmkirina kirdebûna hiqûqê, di alî fêmkirina zîhniyetê de girîng e. Di hemû astên dîrokê de, kî hiqûqa pergalê ava dike, ji bo kesên ku hiqûqê ava dikin mirov kî ye, kîjan taybetî mirovan wek mirov dibîne. Ev pirs ku derdên felsefevanane, wek nîqaşek girîng îro jî heye. Hiqûqa xwezayî û pozîtîf ji nêz ve sentezê dixwaze.
Teorîsyenên hiqûqa xwezayî û hiqûqa pozîtîf dema pergala hiqûqê vedibêjin, çavkaniya hiqûqê têgeha wê kolektîfe an şexsiye lêpirsîn dike. hiqûqa xwezayî xwe dispêre xweza mirovahiyê, hebûna gerdunê û bi giştî xwe dispêre xwedabûnê. Ev xwe tenê naspêre meriyeta hiqûqê, xwe dispêre adilbûn û ehleqî. Gerdunî tê dîtin ji ber edalet, wekhevî, azadî nirxên hevpar yên mirovahiyê tên dîtin. Kontrola ahalqî ya hiqûqa heyî jî ji hewandan an nehewandina van nirxan e. Li dijî otorîte û dewletê, ji bo mafê mirovan bi bandor be divê hiqûq bi pîvanên ahlaqî bên avakirin. Hiqûqa pozîtîf dewletê nîşan dide û ji aliyê otorîteyeke rayedar ve li gorî usulên hatine danîn hiqûqê digire dest. Yanî ji naverokê wêdetir bi ya di meriyetê de ye re eleqeder dibe. Pêkanîna hiqûqê peywira dewletê ye û qanûan ew derdixe divê esas bê giritn. Tê îdiakirin ku rêzikên nivîskî û aşkera bi kes re hesta baweriyê diafirîne. Tê îdiakirin ku di darazê de wisa pêşî li subjektîfbûnê tê girtin. Di pêşîgirtina li nirxên ahlaqî de bandora teoriya hiqûqa pozîtîf mezin e. Di van nêzîkatiyên hiqûqa heyî de nirxandina her kes kirdeyek ne şênbere heye. Lê hiqûq mêr wek kirde nîşan dide, kesên dikarin bibin xwediyê mal di malbatê yên dewletê pek tînin e. (Ertugrul Uzun, “Teoriya saf a hiqûqê –Nîşeyên xwendinê”,Teoriya Hiqûqê, Cilt:1, Sayı: 5)
Ev her du esasên di dîrokê de derketine holê; di serdema Antîk de jin, mêr û zarokên kole nabin kirdeyên hiqûqî, lê statuya koletiyê nayê hesibandin. Ji bo kes bibe kirdeya hiqûqî mirovbûn têr nake, divê azad û pater famîlas be. Di Serdema Navînde rewş neguheriye. Fanîbûnê xwenespêre dêr-ol, kirdeya hiqûqî nayê avakirin, wek talîmata xwedê hiqûq bi hevkariya mêr pêk tê. Di Serdema Modern de her kes (bêyî jinan) dibin kirde, di metnên gerdunî de jî kirdeya hiqûqî mêr e. Her tim hêzek ‘îlahî’ ya biryar dide kî azade, kî xwediyê male, bavê malbatê ye. Carnan xweda, carnan dêr, carnan arîstokrat, carnan çîna burjuva kirdeya hiqûqî diyar dike. Lê her tim mêr e.
Kirdeya heyî carek din vediguhere xweda, xweda-dewletê, yên rebazên xweda ava dikin û pêk tîne wek kirdeya pratîk mirove. (Brian H. Bix, “Hiqûqa xwezayî: kevneşopiya modern”) Lê li dijî hiqûqa xwezayî ji bo kirde nebe xweda, Teoriya Hiqûqa Saf û pozîtîvîzma hiqûqî ya hatiye avakirin jî ji fikra xwedê xilas nebûye. Ev xweda xwedaiyê mêr, dewlet û desthilatdariyane. (Nicola Lacey, Unspeakable Subjects: Feminist Essays in Legal and Social Theory). Li aliyê din bi qasî dêrê tiştên bi jinê tê zanîn jî dibe mijara rexneyê û jin carek din ji kategoriya mirovabûnê ya xwedî hiş tê derxistin. Adalet dibe edaleta van hêzan û hiqûq dibe hiqûqa serdestan. (Mihriban Şenses, “Hans Kelsen’e û Cerebandin Rexneyî ya Der barê Pozîtîvîma Hiqûqî.)
Di encamê de teorîsyenên hiqûqa xwezayî û yên hiqûqa pozîvîst tecrubeya mirovahiyê dispêre ya mêr û normên hiqûqa pergala serdest ya mêr û kapîtalîst ava dike û pêkanîna wê esas digire. Di serî de jin hemû kesî ku wek kirdeya hiqûqî nayê hesibandin, ji her cureyê êrîşê re vekirî dihêle.
Ji rexneya femînî berbi Peymana Civakî ya Jinê
Hiqûq ku wek alavek bi bandor ya serdestiya mêr û kapîtalîzmê, di çarçoveya ku bi guherîneke xwe dispêre zîhniyeta pirsgirêka afirandiye, çareserkrina wê tê rexnekirin. Ya xwe dispêrê, yên hiqûqê ava dikin divê kî bin, pênasekirina ji nû ve ya kirdebûna hiqûqî, hewcedarên nîqaşên ku veguherîna zîhiniyetê esas digire ye.
Pergala hiqûqî ya heyî ya karekterê wê serdestiya mêr e, bi paratîkên li hember civakê xwe didomîne û ji zayendperestbûnê xwedîbûna wê ne tesadufe. Ev girêdayê bê polîtîka-siyaset yanî bi şer re eleqedere. Lê desthilatdariyên hêza xwe ji civakê negirin dîsa xwe bi tiştên ku bixwe afirandiye hiqûqê dorpêç dike. Ji ber vê jî li wir êdî ne civaka mirovahiya polîtîk, bedenên li ser hev kom bûne an jî wê veguherin cihê ku her tim ji bo azadiyê berxwedan tê meşandinê. Alternatîf jî ev e ku divê azadî xwe bigihîne siyateke xurt û ev bê parastin.
* Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Asta bi rexneya femînîst a hiqûqî hatiye bezandin’ wê bê weşandin.
* Ev nivîs ji hejmar a 37’an a mijara dosya ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







