Dosya Rojîn Kabaîş: Gotin ‘xeniqiye’ lê di kezeba wê de av nehat tespîtkirin

  • 09:02 27 Îlon 2026
  • Rojane
  
Rabîa Onver
 
WAN - Endama Komeleya Jinan a Star Omur Çîftçî der barê dosyaya Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji ber di ku di kezebê de av nehat tespîtkirin serî li testa dîatom da. Hîna ji vê jî bersivek nehatiye. Heta heqîqet dernekeve holê em ê şopdarê dozê bin.”
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê hat dîtin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de lêpirsîn hat destpêkirin û lêpirsîn didome.
 
Endama Komeleya jinan a Star Omur Çîftçî du salên di ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş re derbas bûne nirxand.
 
‘Pirsnîşan nehatin bersivandin’  
 
Omur Çîftçî da zanîn ku pirsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ rojevîbûna xwe diparêze û got: “Ev pirs bê bersiv ma. Em li vir tenê mirina jinek ciwan nîqaş nakin. Em berpirsyariya dewletê ya li ser mafê jiyana jinekê nîqaş dikin. Ev lêpirsîn çawa tê meşandin. Tevî 2 sal derbas bûne hîna pirs nehatine bersivandin. Di demên dawî de dîmenên der barê saetên winda bûye, nivîs û daneyên DNA’yê derdikevin holê.”
 
‘Dosya nikare dakeve dîtina gumanbar’
 
Omur Çîftçî bi lêv kir ku di dosyayê de edalet tenê nikare dakeve dîtina gumanbar û wiha bi lêv kir: “Bûyer çawa pêk hatiye,delîl di kîjan şertan de tên derxistin û pêvajoya lêpirsînê çawa tê nirxandin, divê ev giştî bên destgirtin û bı hemû aliyan lêpirsîn zelal bê meşandin.Em tenê mirina jinek ciwan nîqaş nakin. Dosyayên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku wek hevin. Nokteyên girîng yên hevpar hene.”
 
‘Gotin xeniqiye lê av di pişika wê de nehat tespîtkirin’
 
Omur Çîftçî daxuyakirin ku der barê dema xwe de delîl bê kêmasî û bi rêbazên zanistî hatiye lêkolînkirin an na de hîna pirsnîşanên cidî hene û wiha vegot: “Divê hemû delîl ji nû ve bi giştî bên nirxandin.Qeydên kamerayê, mînakên DNA’yê, daneyên din divê li ber çavan bên girtn. Divê ligel pêvajoyên îdarî yên li zanîngeh û yurdê, der barê dema bûyer pêk hatiye jî lêkolîn bê kirin û ev bi zelalî derkevin holê. Di agahiyên der barê rapora Tipa Edlî de DNA’yên du mêran hatin ragihandin lê baş nehatin lêkolînkirin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji ber ku ev di kezeba Rojînê de nehati tespîtkirin ji bo testa dîatom serlêdan kirin. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.”
 
‘Divê lêpirînek bi bandor bê meşandin’
 
Omur Çîftçî diyar kir ku kî dibe bila bibe têkilî bi kîjan saziyê re heye bila hebe divê her kes, her îhtîmal bên lêkolînkirin û  ev tişt anî ziman: “Di alî têkoşîna edaletê ya jinan de yek ji encamên herî bi xetere bêcezahiştin e. Rêxistinên jinan dosyayê dişopînin. Bi lêpirsînên bi bandor, mafê jiyana jinan dikare bê parastin. Ronîkirina dosya Rojînê ne tenê ji bo malbatê ji bo hemû jinan girîng e.”
 
Omur Çîftçî wiha dawî lê anî:  Di mirinên bi guman ên jinan de em bi tabloyek cidî re rû bi rû ne. Di pêvajoya pêş de ji bo me sê tiştên girîng hene: Şopandina hiqûqî rast meşandin, ji rayagiştî re ragîhandina agahiyên rast û dosya Rojînê û dosyayên din ên mirinên bi guman ên jinan ji hev qût nînin, girêdayê hevin. Em rêxisitnên jinan ji bo dosya neyê jibîrkirin û heqîqet derkeve holê têdikoşin. Emê şopdarê dosyayê bin.”