Li Amedê bi rêbaza şerê taybet xweza tê talankirin

  • 09:04 27 Îlon 2026
  • Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Sekretera Komîsyona Hiqûqê ya Bajar Hawirdorê ya Baroya Amedê Berfîn Kilinç Ustun derbarê şîrketên biyanî û faliyetên wan ku li Amedê dibin sedema kirkirina ekolojiyê nirxandin kir û got: “Bêyî top û çekan stratejiya  şerê taybet tê meşandin. Qada jiyana mirovan ku ji sermayeyê re tê vekirin gelo ne şer e? Projeyên we bi revîze ÇED’ê betal kirin, bi revîzekirina beşek raporên ÇED’ê ji nû ve dest bi faliyetan dike.”
 
Di encama polîtîkayên şerê taybet de bi salan e li Kurdistanê xweza tê talankirin. Gel ji axa xwe tê durxistin û bê nasname tê hiştin. Di vê pêvajoya aştiyê jî talana xwezayê li Kurdistanê didome. Sekretera Komîsyona Hiqûqê ya Bajar Hawirdorê ya Baroya Amedê Berfîn Kilinç Ustun şîrket û faliyetên wan ku li Amedê dibin sedema kirkirina ekolojiyê nirxand.
 
Projeyên li Amedê tên meşandin û biryarên hatine girtin
 
Berfîn Kilinç Ustun da zanîn ku qirkirinên ekolojiyê yên cuda li Kurdistanê pêk tên û got: “Santralên enerjiyê ya Hîdroelektîrîk, Santrala Enerjiya Rojê (GES), faliyetên lêgerîna maden û petrolê û gelekên din tên maşndin. Santralên Enerjiya rojê û û lêgerîna petrolê di demên dawî de zêde bûne. Li Pasûr^ li dijî van faliyetan têkoşîn heye. Projeya Santrla Enerjiya Rojê  li Eskî Agaçli tê meşandin. Me li dijî vê doz vekir û mixabin me winda kir. Me doz bir DDB’ê. Li gundê îslam ê Pasûrê projeya madenê heye. Li dijî vê me doza betalkirinê vekir lê hîna doz li dadgeha îdarî tê dîtin. Li Licê li Kiliçli  projeya madenê ji aliyê Şîrketa Dîmîn ve tê meşandin. Doza der barê vê de li dadgeha bilind tê dîtin. Li Çomçelî projeya madenê heye. Doza der barê vê de heye û me biryara rawestandinê girt. Li Çinarê faliyetên lêgerîna petrolê hene. Der barê vê de biryara cemawerîkrinê hatibû dayîn. Li sêgoşeya Pasûr, Licê û Gencê li ser Çemê Sarim  projeya santrala hîderolektîrîk hebû û dadgeha herêmê biryara betalkirinê dabû. Doz didome. Li qadeke dîrokî ya wek şikeftên Brekleyn jî projeya kana madenê dabûn destpêkirin. Me doza betalkirinê vekir û dadgehê biryar rawestandinê da.”
 
‘Birîna daran û GES çiqas rastin’
 
Berfîn Kilinç Ustun diyar kir ku şîrkte ji bo GES’ê dibêjin enerjiya paqij lê cihê lê çêdibe şaşe û enerjiya paqij nabe û got: “Li Pîranê qada daristanê projeya GES’ê heye. Daran dibirin û dixwazin GES’ê çêbikin. Gelo ev rast e?Li qada merayê çêkirina GES’ê wê çiqas enerjiya paqij be?Mirov ji warên wan tên kirin em çawa bêjin ev projeya paqije. Şîrket ne li cihê rast li kar û berjewendiya xwe dinêrin.”
 
Talana xwezayê bi raporên ÇED’ê tê rewakirin
 
Berfîn Kilinç Ustun da zanîn ku di piranî dozan de li alî şîrketan helwest tê girtin û got: “Em tenê pêvajoyên hiqûqî nameşînin. Em li dijî pirsgirêkan jî têdikoşin. Niha nêzî 20 dozên em dimeşînin hene. Serlêdanên der barê projeyan de pir hêdî dimeşin. Projeya me du sal berê der barê wê de serlêdana sûc kiriye hîna tu pêşketin tê de tune ye. Bi raporên ÇED’ê talana xwezayê tê rewakirin. Bêyî top û çekan stratejiya şer li Kurditsanê tê meşandin. Qirkirina ekolojiyê parçeyek şerê taybet e.”
 
Şîrketên qirkirina ekolojiyê pêk tînin
 
Berfîn Kilinç Ustun der barê şîrketên li Amedê faliyetan dimeşînin de jî axivî û got: “Li Kiliçli ya Licê şîrketa Dîmîn, li Kurşunlu ya Pîranê Şîrketa Madenê ya Olmezler, Cîsseyê VBZ Înşat, li Kervanpinarê Şîrketa Zenkar, li Sûrê  Şîrketa Amerîkan Trans Atlantîk heye. li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê Sanko Holdînge ji bo xebatê petrolê karê kirêkirinê dimeşîne. Li sre çemên Dîcle HES hene û faliyet tên meşandin. Ev faliyet zirarê didin avê û zindiyên avê.”