Li gelek bajaran ji bo Rojîn Kabaîş çalakî: Em edaletê dixwazin
- 17:51 27 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gelek bajaran der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku gumanbar bên darizandin, edalet pêk bê.
Bi wesîleya salvegera mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş, li gelek bajaran daxuyaniyek hate dan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat xwestin ku bila dosya bê berfirehkirin û gumanbar bên darizandin.
Dêrsim
Platforma Jinan a Dêrsîmê li Qada Seyîd Riza bi daxwaza ku gumanbar bên darizandin daxuyanî da. Hevsreoka şaxa ÎHD’a Dêrsîmê Nurşad Yeşîl di daxuyaniyê de axivî.
Nurşad Yeşîl da zanîn ku li şûna cînayetên jinan bên ronîkirin, edalet ji bo jinan bê, delîl tên reşkirin û gumanbar tên parastin. Nurşad Yeşîl balkişand ser rewşa Gulîstan Doku û wiha got: “Di bûyera Gulîstan Doku de 6 salan hemû saziyên dewletê bi awayekî rêxistinkirî serê bûyerê girtin.”
Nurşad Yeşîl di berdewamiya daxuyaniyê daxwazên jinan rêz kirin û banga têkoşînê kir.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bidawî bû.
Şirnex
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîr a Şirnexê li kolana Hûnerê daxuyanî da. Nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tevli daxuyaniyê bûn. Pankarta ‘kujer diyare edalet li ku ye’ hat vekirin û dovîzên ‘Em bi jin jiyan azadî pêşî li kuştinên jinan bigirin’ hatin hildan.
Metna daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Asuman Kulter ve hat xwendin.
Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal axivî û da zanîn ku ew ji bo hemû jinên hatine qetilkirin hatine gel hev û got: “ Em di şexsê Rojînê de ji bo hemû jinan hatine qetilkirin li virin. Em ê her tim pirsa çi bi Rojînê hat, çi bi Gulîstanê hat bipirsin. Em bang dikin, bila dosya Rojînê bi blegeyan carek din bê vekirin û gumanbar bên darizandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







