ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 28 Îlon 2026
- Rojev
*Zarokatiyek ku di 12 salî de nîvco ma, dayikeke ku parçeyên keça xwe kir pêşmala xwe û lêgerîna edaletê ya 17 salan… Di nîvcomayîna zarokatiya Ceylan Onkol de berpirsyarya dewletê hat tespîtkirin lê bêcezahiştin li vê erdnîgariyê didome.
*Meral Daniş Beştaş diyar kir ku lijneyên binî yên piştî Qanûna Çarçoveyî hatine avakirin hîna dest bi xebatê nekirine û got divê ewil aktorê siyasî yê pêvajoyê Abdullah Ocalan bigihêje statuyê û komîsyon divê demildest dest bi xebatan bikin. DÎMEN HEYE
*Li Botanê di bûyerên zayendî yên li hemberî jin û zarokan de hejmarên fermî tabloyek giran radixînin ber çavan. Di navbera salên 2021-2025’an de ji 1740 dosyayên ku derbasî darazê bûne 1265 ji wan derbarê “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” a li dijî zarokan e. Parêzer Emîne Ozdemîr bal kişand ser kêmasiyên di pêvajoyên lêpirsînê de û pirsgirêka bêcezatiyê.
*Jinên ku li standa 10’emîn Pirtûka Fûara Amedê de cih digirin destnîşan kirin ku fûara îsal ji bo wan gelek girîng e û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya zimanê Kurdî. DÎMEN HEYE







