Gelê Rojava vedigerin warê xwe

  • 11:56 1 Mijdar 2017
  • Rojane

Rûken Goman 

 
DERIK - Bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê yên ku koçberî  Başûrê Kurdistanê bûn vedigerin  ser xaka rojava û poşmaniya xwe tînin ziman û dibêjin " Tu dever ji rojava ne xweştir e, em ê  rexnedayina xwe bidin "
 
Ji ber bûyerê herî dawî ku li Başûr qewimî gel berê xwe didin Rojava. Piştî teslîmkirina hinek herêmên Başûr ewlehiya gel jî ket xetereyê. Loma bi sedan jin, zarok û ciwanan berê xwe dan Rojava.
 
Endama Rêveberiya Têkiliyên Sînorê Sêmalka Nejbîr Salih diyar kir ku berî niha kesên ku ji başûr dihatin rojava  formên xwe teslîm nedikirin lê di rewşa ku niha başûr tê de derbas dibe de herî zêde di meha cotmehê de gel vedigere rojavayê kurdistanê û forima xwe teslîm dikin ku careke din venegerin başûr. 
 
Jina bi navê Emîna Ehmed ku ev 4 sal in tevlî malbata xwe li başûr dijiya wiha got:" Dema ku şer li rojava dest pê kir ji bo ewlehiyê me berê xwe da başûr. Dema me poşmaniya xwe hês kir em vegeriyan rojava. Her kesekî xwedî wijdan gerek vegere ser axa xwe. Çimkî tu der  ne wek axa mirov xweş e. Gerek em ji bo her çar parçeyan têkoşîna xwe bikin."
 
'Em ê ji bo jiyaneke azad û aram hewl bidin'
 
Jina din a bi navê Esma Elî jî nêrînên xwe anî ziman:" Di şerê Til Hasilê de ji bo jiyaneke xweş û derfetên kar min berê xwe da başûr. Piştî ku malên me di şer de talan bûn em vegeriyan rojava. Em rexnedayina xwe didin û em ê ji bo jiyaneke azad û aram hewl bidin."