Li Aydinê Komeleya Çand û Hunerê hat vekirin
- 09:02 6 Gulan 2026
- Çand û Huner
Nalican Nujîn Yildiz
AYDIN - Li navçeya Koşk a Aydinê li ser daxwaza Gel Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hat vekirin. Seroka komeleyê Belkisa Suleymanoglu wiha got: “Li ser daxwazên jinan ewil wê atolyeyên şano, erbane û govendê bên destpêkirin. Em bi vê sînor namînin. Bi tevlibûna gelê me wê xebatên me bidomin.”
Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên metropolan li ser Kurdan tên meşandin, di rojên borî de li navçeya Koşk a Aydinê Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hat vekirin. Xebatkarên komeleyê ku di vekirin akomeleyê de axivîn diyar kirin ku komele li ser daxwaza gel hatiye vekirin û banga tevlibûna atolyeyan li jin û gelê Aydinê hat kirin.
Seroka komeleyê Komeleyê Belkisa Suleymanoglu daxuyakirin ku komele li ser daxwaza gel hatiye vekirin û wiha got: “Wek her Kurdekî koçber bûye, gelê vir jî ji ziman, çand û hunera xwe dûr ketin. Berê xebatên wisa nehatine meşandin. Ev xebata me li ser daxwaz û hewcedariyên gel pêş ket. Me 5-6 meh berê dest bi xebatan kir. Em hatin gel hev û gel ziyaret kir. Em kêfxweşin. Xebatên me encam dan. Hevalên me eleqeyek mezin nîşandan. Jin eleqeyek mezin nîşan didin.”
Atolyeyên çand û hunerê
Belkisa Suleymanoglu wiha dirêjî dayê: “Jin li her qadê xwedî hêzek afrînerin. Bi taybet li Aydinê potansiyela jinan derket holê. Li ser daxwaza jinan wê atolyeyên şano, ermabane û govendê bên destpêkirin. Em bi vê sînor namînin. Hêviya me ev e ku xebatên me bi awayekî xurt bidomin. Bila gelê me xwedî li komeleyê derkeve.”
Li dijî asîmîlasyonê huner
Xebatkara Nûneriya Komeleya Çand û Hunerê ya Koşk a Aydinê Rajîn Tanhan jî da zanîn ku Kurdên li Aydinê bi salan e bi asîmîlasyon û zextan re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Dema me komele vekir motîvasyona me jiyankirina çand û zimanê Kurdî bû. Em diznain ku em bi çanda xwe hene. Dema gelek bê tunekirin ewil ji çand û ziman destpê dikin. Em li vir li dijî tiştên pê re hatine rû hev têdikoşin. Me komeleya xwe vekir. Em kêfxweşin. Em ê bi hev re hîn bêtir xurt bibin. Ji bo em bi reng, ziman û nasnameya xwe heyî bin em ê têbikoşin. Em bang li hemû kesên ku dixwazin çanda xwe bidin jiyîn dikin. Em hemû kesî dipên komeleyên.”







