MYK’a DEM Partiyê dê bicive
- 09:37 6 Gulan 2026
- Ramyarî
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan îro bicive.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro saet di 10.30’ê de bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bicive. Tê payin ku geşedanên siyasî yên di demên dawî de û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were nirxandin.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê jî dê têkildarî pêvajoya 1’ê Gulanê agahiyan bide MYK’ê.
Di civînê de dê plansaziyeke ji bo 15 rojan jî were amadekirin.







