Kongra Star ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê daxwiyanî da
- 12:58 1 Mijdar 2017
- Rojane
CIZÎRÊ - Kongra Star ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê daxwiyanî da û ragihand ku şikenandina DAÎŞ’ ê ya di Kobanê de hemû pîvan û dengeyên siyasî da guhertin, pilanên qirêj ên dagirkera vala derxist.
Daxwuyaniya Kongra Star’ê ya derbarê 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê wiha ye:
Berxweda sedsalê ya dîrokî 3 sal li dû xwe hişt, efsaneyên lehengiyê li keleha berxwedanê bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê hat nivîsandin, qêrîna banga Arînan bi perçekirina canê xwe cîhan hejand. Bi pêşengiya YPG’ê, YPJ’ê daxwaza azadiyê û jiyana gelan a nû hat afirandin. Kobanê keleha berxwedanê ye. Di roja 1 ê Mijdarê roja cîhanê ya Kobanê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û Gelê Kobanê û hemû Gelê Bakurê Sûriyeyê yê qehreman pîroz dikin. Di qeyrana Sûriyeyê de gelê me di rewşeke pir giran de derbas bû, gelek êrîşen hovane ji aliyê çeteyên DAÎŞ’êli ser wan hat kirin.
‘Projeyên dagirkeriyê hatin meşandin’
Ji aliyê hêzên teror ên wekî DAÎŞ’ê û hevalbendên wan ve zilm û qetlên gelek xerab hatin kirin. Li dijî pirojeyên çareseriyê û felsefeya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, pirojeyên dagirkeriyê hatin meşandin. Lê li dijî wan pirojeyên dagirkeriyê hêza vîna azad û jiyana hevbeş a gelê herêmê hêza DAÎŞ’ê şikand û Kobanê azad kir. Şikenandina DAÎŞ’ê di Kobanê de hemû pîvan û dengeyên siyasî da guhertin, pilanên qirêj yê dagirkeran vala derxist.
‘Hêza jinê hemû hewldanên dagirkeran vala derxist’
Qehremantiya jinê di kesayeta YPJ’ê de hemû pilanên dagirkeran û pilanên koledariyê vala derxist. Xeta azadiyê û demokrasiyê pêşiya hemû gelê Sûriyeyê û tevahî jinan ronî kir. Xeta Arîn û gelhatan bû manîfistoya jiyanê. Kobanê bû hêz û sembola berxwedanê. Em careke din roja Kobanê ya cîhanê li Gelê Kurd û li hemû Gelê Sûriyeyê pîroz dikin. ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bimre siyaseta dagirkeran û koledariyê’.







