Gelê Bakurê Suriyeyê 1`Mijdarê li cihê berxwedanê pîroz dike
- 13:38 1 Mijdar 2017
- Rojane
KOBANÊ - Gelên Bakûrê Suriyeyê li Kantona Kobanê li cihê berxwedanê roja 1`ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanê li qada Şehîd Egîd pîroz dikin.
Di bin Dirûşma: `Kobanê Paytexta Berxwedana Mirovahiyê ye' bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd gelên Bakûrê Suriyeyê li cihê berxwedanê li Kobanê 1`Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanê pîroz dikin. Cihê şahiyê bi wêneyên "Şehîdên Berxwedana Kobanê" û bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û her wiha bi pankartên weke "Tenduristiya Rêber Apo Tendurustiya Me ye", "Destên ku dirêjî Rêber Apo bibe em ê wî destî bişkînin" hatin daliqandin. Ji Bakûrê Sûriyeyê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Rêveberiya Xweser a Girêspî û Kantona Cizîrê û Efrînê tevlî pîrozbahiyê bûn. Niha Gelên Kobanê û deverên din diherikin qada şahiyê. Axaftina vekirina şahiyê ji aliyê hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Bêrîvan Hesen hat kirin. Bêrîvan ev roja li hemû cîhanê pîroz kir. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û hîn jî didome.
Şahî bi axaftinan berdewam dike.







