Mêrê ku jinek derb kiribû hat tehliyekirin
- 13:54 1 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL – Hakan Dundar ê ku li Ataşehîrê A.Ç derb kiribû û hatibû girtin do hat tehliyekirin.
Hakan Dundar ê ku di 29’ê Îlonê de li Ataşehîr a Stenbolê jinek bi navê A.Ç derb kiribû û hatibû girtin hat tehliyekirin. Hakan Dundar ji sûca ‘Birîndarkirina bi zanayî’ 5 meh û 16 rojan ceza xwaribû. Piştî biryarê serbest hat berdan.
Çi bûbû?
Di qayidên qemerayê yê li Ataşehirê de Hakan Dundar xwe li milê A.Ç a ku li ser peyarê dimeşe dixe û meşa xwe berdewam dike. A.Ç paşya xwe vedigerîne û ji Hakan Dundar tiştekî dibêje, li ser vê yekê Hakan Dundar A.Ç yê derb dike. A.Ç bi derbeya Hakan Dundar dikeve xwarê û li ser vê yekê Hakan Dundar direve. Piştî ku polîs qeydên qemerayê dixe dest, Hakan Dundar digirin û dişînin girtîgehê.







