Parêzvanên mafan dê li dijî cilên yekreng çalakiyan li dar bixin

  • 15:19 1 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Komisyona Girtîgehan a ÎHD'ê, dê li dijî cilên yekreng dest bi çalakiyan bikin. Parêzvanên mafan dê di çarçoveya çalakiyan de panelan û daxuyaniyan çêbikin.
 
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê girtîgehan de li dijî kiryarên cilên yekreng plansaziya çalakiyan bi raya giştî re parve kir. Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê parêzer Gulseren Yolerî, endama Komîsyona Girtîgehan Sevîm Kalma û endamên ÎHD'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku cilên yekreng dijî hiqûqê ye, armanc ev e ku girtiyên sîyasî bê rûmet bikin.
 
Ji endama Komîsyona Girtîgehên Sevîm Kalma daxuyakirin ku ev kiryar dijî bîryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (AÎHS) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (AÎHM) ne. 
 
Sevîm plansaziya çalakiyan bi raya giştî re parve kir.
 
Li gorî plansaziya çalakiyan; Di 8'ê Mijdarê de li TUYAP'ê daxuyanî, di 12'ê Mijdarê de dîsa li TUYAP'ê belavkirina belavokan, 20'ê Mijdarê roja duşemê li Kadikoyê belavkirina belavokan, 4'ê Kanûnê roja duşemê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî û herî dawî 16'ê Kanûnê roja şemiyê jî li avahîya komeleyê de der barê cilên yek reng de dê panelê were li dar xistin.