Li Yukselê 3 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin
- 15:33 1 Mijdar 2017
- Rojane
ENQERE - Polîsan mudaxeleyî çalakiya desteka ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” kir û 3 kes binçav kirin.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatin îxrackirin ket roja 238’an. Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” jî di roja 358’emîn de didome.
Çalakvanan xwest li ber Abîdeya Mafên Mirova ya li Kolana Yukselê çalakiyê li dar bixin lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konur kom bûn. Çalakvanan pankartên xwe vekirin û dest bi berzkirina sloganan kirin. Di destpêka çalakiyê de polîsan mudaxeleyî girseyê kir, pankarta wan çirand û tundî li komê kir. Di mudaxeleyê de Îlker Işik, Sultan Aydogdu û Celîl Aslan ji aliyê polîsan ve bi derpkirinê hatin binçavkirin.







