ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 2 Mijdar 2017
  • Rojev
*Girankirina tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj zêdetir dibe. Bertekên li hemberî girankirina tecrîtê jî berdewam dikin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Semrayê da zanîn ku astengkirina hevdîtinan bi xwe re alozîyê tîne. BI DÎMEN
 
*Taxa Alîpaşa ya Sûrê di bin navê veguhestina bajarvaniyê de ji sedî 80’ê hat hilweşandin û cihê xaniyên hatine hilweşandin dê otelên butîk û kargerî bigirin. Tê gotin ku dê xebata înşatê di 400 rojî de biqede. BI DÎMEN
 
*Perî bacalari, yên ku  girêdayî gundê Taxikê yê navçeya Elbaxê ye ji ber operasyon û sewqiyatên lêşkerî ji aliyê tûrîstan ve nayên zîyaretkirin. Gundiyên Taxikê gotin ku ew dixwazin perî bacalari bên parastin. BI DÎMEN
 
*Hejmara kanên xîzê yên li ser çemê Dîcleyê ya Cizîrê roj bi roj zêde dibe. Kanên ku bi armanca rantê tên çêkirin û her sal dibe sedema mirina dehan kesî, tevî nerazîbûnên gel jî nayên girtin.
 
*Jinên Amedê ji bo mihtacê mêran nebin di karê tekstîlê de dixebitin. Jinên ku di karê tekstîlê de dixebitin dixwazin ku hemû jin dest bi kar bikin, piştgiriya hev bikin û serê xwe li ber mêran netewînin. BI DÎMEN
 
*Şehrîban Şahîn a li Meletiyê dijî berê wek kedkara paqijiyê ket sektora tekstîlê û piştre fabrîqaya xwe vekir. Bi fabrîqaya ku vekir serkeftinên mezin bi dest xist. Şehrîbanê got: “Jin bixwaze dikarin her tiştî bikin û divê hemû jin bixwe bawer bin."
 
* Rêya derbasbûnê ya jor ku ji aliyê 11’emîn Midûriyeta Rêyênbejayî ve bi çamên reş hatiye veşartin, ji tacîz, îstîsmar û êrîşan re zemînê ava dike. Rêya derbasbûnê ya jor ku yekane rêya ku welatî dema diçin Edliyeyê bi kar tînin, bi taybet aktîvîstên jin ên dozên kuştinên jinan û îstîsmarê dişopînin, dike fikaran.
 
*Jinên li bajêr ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn  ziman û wiha gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e."
 
*Şukran Aydogan a bi armanca balê bikişîne ser sûcên şîdeta li ser jinê û îstîsmara zayendî pêşangeha bebekên pêlîstok vekir û got: “Huner çekek xurt e. Min şerkirina bi çeka xwe ya hunerê tercih kir. Ez bi taybet dixwazim der barê îstîsmarê de xebatan bimeşim.”
 
*Xwişka Nuriye Gulmenê ku niha li Nexweşxana Numune çalakiya xwe ya grêva birçîbûnê berdewam dike, Beyza Gulmenê diyar kir ku xwişka wê Nuriye tenê Kolana Yukselê meraq dike. BI DÎMEN
 
*Hejmara zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin her diçe zêde dibe. Parêzer Hatîce Korkutê got: “Li girtîgehan aliyên hiqûqî tune. Pitikên nû hatine dinê li hewşên koxuşan bi çapikan diçin. Pêlîstokên wan yên ewil, çetel û kevçî ne.”