‘Astengkirina hevdîtinan pêşiya aloziyê vedike’

  • 09:04 2 Mijdar 2017
  • Rojane

Zeynep Turgut

 
WAN - Girankirina tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj zêdetir dibe. Bertekên li hemberî girankirina tecrîtê jî berdewam dikin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Semrayê da zanîn ku astengkirina hevdîtinan bi xwe re alozîyê tîne.
 
Tecrîta ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe û bi tu awayî destûr nayê danîn ku hevdîtîn pêk bên û her wiha li hemberî girankirina tecrîte rayedarên dewletê bêdengiya xwe diparêzin. Herî dawî parvekirinên ku wekî 'Abdullah Ocalan mirîye' li ser medyaya civakî hat belavkirin bertekên gel û siyasetmedaran zêdetir kirin. Nêrazîbûnên siyasetmedaran jî bê navber berdewam dikin.
‘Girankirina tecrîtê bi xwe re alozîyê tîne’
 
Endama MYK'ê ya HDP'ê Semra Demîr bertek nîşanî girankirina tecrîtê da û got ku dewlet bi girankirina tecrîtê û bi bêdengiyê bi awayekî ciddî nêz vê yekê nabe û wiha axivî:”Di hevdîtina herî dawî ku birêz Ocalan re pêk hatibû de birêz Ocalan goti bû ku ji ber aloziyên ku li Tirkiyeyê diqewimin dibe ku ev hevdîtin bibe hevdîtina herî dawî. Ser medyaya civakî  birêz Ocalan  miriye hatin parvekirin. Dewlet hesasî nêz nabe û çiqas ji destên dewletê bê dewlet pêşiya aloziyê vedike. Parvekirinên ku ser medyaya civakî hatine parvekirin bi tu awayî nayên qebûl kirin. Mafê her girtiyan heye ku bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di destpêkê de ji bo jinên kurd, pişt re jî ji bo hemû gelan em aştiyê dixwazin.”
 
‘Hikumet jî dizane ku êdî sebra Gelê Kurd nemaye’
 
Semrayê bi lêv kir ku çareserî bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan pêkane ye û got ku pêwîst e di vê pêvajoyê de herkes berpirsyariya xwe bîne cih û wiha berdewam kir:”Bila dewlet baş bizane ku kesê ku aşitiyê pêk bîne, bê guman birêz Ocalan e. Ger ku hikûmet bixwaze siyasetek û aşitiyeke demokratîk bide meşandin, pêwîst e destpêkê de bi rêzdarî nêzî hebûna birêz Ocalan bibe. Bi van politikayên faşizan bila bizanibin bi ser nakevin. Di vê pêvajoyê de li her çar parçeyên Kurdîstanê Gelê Kurd li hemberî girankirina tecrîtê rabûye ser piyan û tecrîtê şermezar dikin. Hikûmet jî baş dizane ku êdî sebra Gelê Kurd nema ye.”
 
‘Ger ku dewlet nexwaze alozî derbikeve dê hevdîtina bide destpêkirin’
 
Semrayê di dawiya axiftina xwe de da zanîn ku tecrît ne tenê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku bi tecrîtê dixwazin têkoşîna Gele Kurd tasfiye bikin û wiha bi dawî kir:”Li Tirkiyeyê her roj alozî zêdetir dibe û tu hêza hikûmetê nikare pêşiya vê aloziyê bigire. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe yên netewî bi qedera gele kurd ve dilîze. Divê ev yeka neyê qebûlkirin. Divê bi lez heyet bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û ser tendûrîstî û azadiya birêz Ocalan nîqaş û nirxandin bên kirin. Divê ev pêvajoya dest pê bike. Ger ku dewlet nexwaze alozî zêde bibe divê ji birêz Ocalan re bi lez hevdîtinan bide destpêkirin.”