Camên reş zemînê ji tacîz û îstîsmarê re amade dikin
- 09:17 2 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Rêya derbasbûnê ya jor ku ji aliyê 11’emîn Midûriyeta Rêyên bejahî ve bi camên reş hatiye veşartin, ji tacîz, îstîsmar û êrîşan re zemînê ava dike. Rêya derbasbûnê ya jor ku yekane rêya ku welatî dema diçin Edliyeyê bi kar tînin, bi taybet aktîvîstên jin ên dozên kuştinên jinan û îstîsmarê dişopînin, dike fikaran.
Rêya derbasbûnê ya jor ku li ber Edliyeya Wanê ye û bi talîmata serdozgeriya Komarê ya Wanê ji aliyê 11’emîn Midûriyeta Herêmî ya Rêyên bejahî bi camên reş hat girtin, rastî bertekên aktîvîstên jin hatin. Jinan da zanîn ku ev pêkanîn zemînê ji êrîş û tacîzan re amade dike û got welatî dema diçin Edliyê vê riyê bikartînin. Aktîvîstên jin ku gelek dozên kuştinên jinan û îstîsmarê dişopînin, diyar kirin ku piştî bi camên reş hatiye girtin wê vê riyê bikarneynin. Jinan diyar kir ku bi tarîbûnê re ev der dibe cihekî bi xof û got jin bi tena serê xwe nekarin bimeşin û li dora rê şûşeyên bîrayê hene.
Bila tedbîr bê girtin
Aktîvîst Songul Ozunverê got divê ev der bi camên zelal bê girtin û got: “Ev rêya derbasbûnê tariye û dirêje. Ji ber vê ji bo jinan bi xetere. Ti tedbîr nehatiye fikirîn. Kesên hişbir û alkolê digirin van deran tercih dikin. ewlehiya canê jinan tine divê demildest tedbîr bên girtin.”
Gulmay Gumuşhanê jî got ev pêkanîn mirovan dike fikaran û da zanîn ku divê demildest camên wê bên guhertin û yên zelal bên bicihkirin.







