Hejmara zarokên li girtîgehê bi dayikên xwe re dimînin zêde dibe

  • 09:26 2 Mijdar 2017
  • Rojane

Bêrîtan Canozer

 
STENBOL - Hejmara zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin her diçe zêde dibe. Parêzer Hatîce Korkut got: “Li girtîgehan aliyên hiqûqî tune. Pitikên nû hatine dinê li hewşên koxuşan bi çapilkan diçin. Pêlîstokên wan yên ewil, çetel û kevçî ne.”
 
Hema hema her roj  10 jin ji sûcên siyasî an jî edlî tên girtin. Ji her 10 jinan sê heb xwedî zarokin û ji neçarî zarok jî ligel wan dimînin.
 
Parêzer Hatîce Korkut da zanîn ku li girtîgehan zarok di pêvajoyên zehmet re derbas dibin û got: “Ez bi Gulîstan Dîken Akababa li girtîgeha Gebzeyê ku bi zaroka xwe re dimîne, rojekê di heman koxuşê de mam. Ji wê demê heta niha tu tişt neguheriye. Zarok li cihên ne baş de mezin dibin.  Girtîgeh veguherîne koguşên zarokan.  Zarokên nû hatine dinê di hewşên girtîgehê de bi çapilkan diçin. Pêlîstokên wan yên yekem çetel û kevçîne.”
 
Hatîceyê destnîşan kir ku ev rewş li hemû girtîgehan hemane û li girtîgeha Bakirkoyê şert û merc girantirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo zarokan bi taybet xwarin gelek ne başin. Xwarinên ji bo mezinan tên, ji bo zarokan jî tê.  Tenduristiya zarokanli ber çavan nayê girtin. He rwiha divê ji bo zarokan piştgiriya psîkiyatrî bê dayîn.Divê şert û merc bên başkirin.”