Jinên Serêkaniyê: Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e

  • 09:29 2 Mijdar 2017
  • Rojane

Dîlber mihemed

 
SERÊKANIYÊ - Jinên li bajêr ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn  ziman û wiha gotin: "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e."
 
Ev demeke dirêj e ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Dewleta Tirk nahêle ku malbata wî, an jî parêzerên wî serdana wî bikin. Di dema dawî de agahiyên ne zelal di derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  de hatin belav kirin. Ji bo azadiya rêberê PKK ê Abdullah Ocalan û agahîgirtina rewşa wî ya tendurustî û şermezarkirina tecrîda li ser wî gelek çalakî hatin li darxistin.
 
Jinên li bajarê Serêkaniyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.
 
Hevseroka komînan a taxa zorava ya bajarê Serêkaniyê  Azîza Salih  axivî û wiha got: "Ev 19 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dijî. Lê belê Gelê Kurd li dijî vê yekê her roj di nav çalakiya de ne."
 
Azîzayê diyar kir ku rewşa Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan ne zelal e û wiha got: "Tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin û dewleta tirk nahêle ku kes wî bibîne ne malbata wî û ne jî parêzerê wî. Heta ku em agahiyê bigirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya me ye'
 
Azîzayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Ez bang li Gelê Kurd dikim ku ji bo azadiya Rêber Apo û rewşa wî ya tendurustî rabin ser piyan. Çimkî azadiya Rêber Apo azadiya me ye".
 
Her wiha bi navê mala jinê Zelîxa Mislim jî derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha axivî:" Rêber Apo hêviya Gelê Kurd e. Fikir û ramanê wî gelek girîg in. Loma em dixwazin demildest ji wî agahiyê bigirin."
 
'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê Gelê Kur de'
 
Zelîxayê bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li dijî rewşa Abdullah Ocalan û wiha got:" Rêber Apo hem dengê Gelê Kurd e hem ê cîhanê ye, loma gerek cîhan li dijî vê neheqiya ku li Rêberê Gelê Kurd dibe bê deng nemîne." 
 
'Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya me ronî dike'
 
Zelîxayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya me ronî dike. Loma em dixwazin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Heta ku em agahiyê jê negirin em nasekinin."