ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN

  • 09:00 6 Mijdar 2017
  • Rojev

*Li hemberî girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bertekên gel berdewam dikin. Herî zêde jî nêrazîbûnên jinan li her deveran  bênavber didomin. Jinên li Elbaxê bertek nîşanî girankirina tecrîdê dan û gotin ku şikandina tecrîdê mizginiya rojên kêfxweşiyê ye. BI DÎMEN

*Koçberên Dêrezorê ku li Kampa Ebû Xeşeb  bi cih bûne bi hatina zivistanê re bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jinên Dêrazorê ji bo koçberan banga hestiyariyê kirin. BI DÎMEN
 
*Zaroka bi navê F. ku di navbera salên 2012-2014’an de ji aliyê kurê apê xwe M. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû F. di konferansa bi navê ‘îstîsmara zayendî’ de vegot. F. bi piştgiriya mamosteya rehberê serlêdana sûc kir û mêrê îstîsmara zayendî lê kir, da girtin.
 
*Hevjîna Cengîz Aslan ê nexweşê Çolyakê ye û rewşa wî li girtîgehê her ku diçe xera dibe, Hulya Aslanê diyar kir ku hevjînê wê di dema surgunê de rastî îşkenceyê hatiye û got: “Piştî îşkenceya Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseseriyê hevjînê min got ‘jiyana me di xetereyê de ye dikarin me bikujin.”
 
*Li Nisêbînê tevlî îtîrazan beşeke mezin înşatên TOKÎ’yan temam bûye. Serokê AKP'ê yê Navendê Mehmet Alî Dundar di daxuyaniya ku da de diyar kir ku wê TOKÎ li bajar dîmenek modern bide qezenckirin. Heta niha li TOKÎ’yên hatine çêkirin 8 cenaze hatin derxistin û nayê zanîn ku wê kîjan malbatên modern di TOKÎ’yan de bijîn.
 
*Li Pakîstanê di bin navê kuştinên ‘rûmetê de’ bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Rayedar diyar dikin ku pesnê mêrên ku jinan di bin navê ‘rûmetê de’ qetil dikin tên dayîn û  parêzvanên mafê jin û mirovan jî li dijî kuştinên jinan kampanya dane destpêkirin.
 
*Di nava vê mehê de ji sedî penc jin ji ber ku ya xwestin dev ji hevjînê xwe berdin an jî xwestin têkiliya xwe bi dawî bikin hatin qetilkirin. Fîden Ataselîm diyar kir ku pirsgirêka jinan a esas ev e ku nikarin dev ji hevjînê xwe berdin, dema ku ji bo hevdûberdanê hewl didin bi tundiyê rû bi rû dimînin. BI DÎMEN