Malbatên girtiyên nexweş banga alîkariyê kirin

  • 09:14 6 Mijdar 2017
  • Rojane

Fîlîz Zeyrek

EDENE - Hevjîna Cengîz Aslan ê nexweşê Çolyakê ye û rewşa wî li girtîgehê her ku diçe xera dibe, Hulya Aslanê diyar kir ku hevjînê wê di dema surgunê de rastî îşkenceyê hatiye û got: “Piştî îşkenceya Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseseriyê hevjînê min got ‘jiyana me di xetereyê de ye dikarin me bikujin.”
 
Bi OHAL’ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçin zêde dibin. Bi taybet jî rewşa girtiyên nexweş ji ber van pêkanînan her ku diçe giran dibe. Cengîz Aslan ji girtîgeha Tîpa M ya Karamanê surgunî girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê hat kirin û îşkenceya ku dît bi hevkariya hevjîna wî Hulya Aslanê derket holê.
 
Hulyayê bi lêv kir ku Cengîz û 11 girtiyên siyasî rastî îşkeneyê hatine û hevjînê wê di encama derbkirinê de du diranên wî şikiyane û wiha pê de çû: “Ji ber îşkenceya lêgerîna tazî qebûl nekirine rastî îşkenceya fîzîkî hatine. Di telefonê de zêde negot. Lê îşkenceyên cuda lê kirine. Ez ji jiyana hevjînê xwe bi fikar im. Gelo li wir çi dibe? Hinek tiştên ku nikaribû bigota hebûn”.
 
‘Jiyana me di xetereyê de ye’
 
Hulyayê bi lêv kir ku hevjînê wê nexweşê çolyakê ye û divê li xwarinên xwe baldar be û nikare her tiştî bixwe û wiha pê de çû: “Du hevalên wî ji ber derbkirinê ketine nav nivînan. Hevjînê min got: "jiyana me di xetereyê de ye, dikarin me bikujin.”
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû raya giştî kir ku li dijî pêkanînên li girtîgehê bi hestiyar tev bigerin û dengê xwe bidin girtiyan.