Li Pakîstanê ‘rûmeta mêran’ jinan qetil dike

  • 09:30 6 Mijdar 2017
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê di bin navê kuştinên ‘rûmetê de’ bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Rayedar diyar dikin ku pesnê mêrên ku jinan di bin navê ‘rûmetê de’ qetil dikin tên dayîn û  parêzvanên mafê jin û mirovan jî li dijî kuştinên jinan kampanya dane destpêkirin.

Li Pakîstanê di bin navê ‘kuştinên namûs û rûmetê de’ kuştinên jinan zêde dibin û bi armanca pêşî li vê bê girtin qanûn ketin meriyetê û di ser de salek derbas bû. Lê tevlî vê yekê hîna jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Serbixwe ya Pakîstanê ve tê diyar kirin ku ji cotmeha 2016’an heta hezîrana 2017’an herî kêm 280 jin hatine qetilkirin.
 
Parêzer Benazîr Jatoî diyar kir ku di mijara pêşîgirtina qetilkirina jinan de guherînên di qanûnan de hatine kirin pêk nayên û wiha got: “Dadgeha Bilind a Peshawar, piştî derketina vê qanûnê şûnde  bi sûcdariya cînayeta namûsê du caran ceza da. Lê li gorî qanûnê divê cezayê muebetê bê dayîn. Lê mixabin kuştin wek sûcê rumetê tê vegotin û biryar ji dadger re tê hiştin.
 
Benazîrê diyar kir ku qetilkirinên jinan li her derê pêk tên û got di heman demê de efûkirin û lihevhatin jî edelat ji holê rakiriye.
Aktivîst Dr. Farzana Barî jî diyar kir ku mêrên ku jinan qetil dikin hincetên din didin pêş û bexşê pêşniyar dikin û got: “Mêr ji bo ji sûcên xwe feragat bikin  pereyê xwînê  pêşniyar dikin. Ji ber vê yekê jî mêr bi awayekî serbest tên berdan.
 
Li Pakîstanê parêzvanên mafê jinan jî ji bo kampanyaya #NoMoreKillingGirls (#jinan êdî nekujin)  banga piştevaniyê dikin.
Werger: JIN NEWS