Pirsgirêka jinan a jihevduberdanê mezin dibe
- 10:23 6 Mijdar 2017
- Rojane
STENBOL- Di nava vê mehê de ji sedî penc jin ji ber ku ya xwestin dev ji hevjînê xwe berdin an jî xwestin têkiliya xwe bi dawî bikin hatin qetilkirin. Fîden Ataselîm diyar kir ku pirsgirêka jinan a esas ev e ku nikarin dev ji hevjînê xwe berdin, dema ku ji bo hevdûberdanê hewl didin bi tundiyê rû bi rû dimînin.
Çend hefte berê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul diyar kiribû ku ew ji bo kesên ku dixwazin dev ji hev berdin, wan dest bi xebata navbeynkariyê kiriye. Kesên ku dixwazin dev ji hev berdin berî ku dev ji hev berdin 'ji bo biçin ba navbeynkar' Wezîrê Dadê diyar kir ku ew li ser vê yekê dixebitin. Piştî daxwiyaniya Wezîrê Dadê jinan bertekên xwe nîşan dan. Di meha cotmehê de ji 40 jinî ji sedî pênc ji ber ku xwestin dev ji hevjînîn xwe berdin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bisekînin Fîdan Ataselîm anî ziman ku jin li dijî biryara navbeynkariyê dê têbikoşin.
'Pirsgirêka esas ev e ku jin nikarin dev ji hevserên xwe berdin'
Fîdanê diyar kir ku jin her roj bi tundiya mêr rû bi rû dimînin û wiha got:"Gelek jin ji ber jihevberdanê tên qetilkirin. Di meha îlonê ya îsal de 27 jin ji ber ku ya xwestin dev ji hevserê xwe berdin an jî daxwaza lihevhatinê nepejirandin hatin kuştin. Di vî welatî de pirsgirêka jinan a esas ev e ku nikarin dev ji hevserên xwe berdin, ji ber ku tên qetilkirin.
'Navbeynkarî bênpêkirina mafan e!
Fîdanê diyar kir ku yên ku biryara zewacê dabe gerek bikaribe biryara jihevberdanê jî bidin û wiha got:" Du kesên ku biryara zewacê bi hev re dabin ku pirsgirekek dawiyê di navbera wan de derkeve gerek bikaribe mafên xwe yên devjihevduberdanê bi kar bînin. Ev mafekî girîng e, mafê mirovan e. Lê dema ku navbeynkarî bê anîn ev mafê jinê dê ji destên wê bê girtin."
Herî dawiyê Fîdanê bang li hemû jinan kir ku li dijî sîstema navbeynkariyê têbikoşin.







