Jinên Heyva Sor a Kurd 1’emîn Konferansa xwe nirxandin
- 11:20 6 Mijdar 2017
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Jinên Heyva Sor a Kurd ên ku tevlî yekemîn Konfransa Heyva Sor a Kurd bûn wiha gotin:” Em wekî jin piştgiriyê didin hemû jinan û mirovan. Çimkî em hêviyên gerdûnî diparêzin û jinên Heyva Sor a Kurd ji bo xizmeta civakî her hewl didin."
Ji ber şerê ku hîn berdewam dike mirov di her warî de di bin bandora vî şerî de dimîne. Bi xebata Heyva Sor a Kurd jin alîkariyê bi koçber û mexdûrên şer re dikin. Heyva Sor a Kurd yek ji rêxistina mirovahiyê ye ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve gelek alîkarî daye koçberan.
Jinên Heyva Sora a Kurd di konferansa xwe ya yekem de di bin durûşmeya "Bi rihê dilxwazî, di xizmeta mirovahiyê de" nêrînên xwe anîn ziman.
'Em ê hêza jinê di nava Heyva Sor a Kurd de xurtir bikin'
Berpirsiyara Heyva Sor a Kurd a Şaxa Rojhilatê Dêrikê Sena Hûsên diyar kir ku keda jinê bi rûmet e û wiha got: "Weke Heyva Sor a Kurd ji despêka 2012'an ve me cihê xwe di nav Rêxistina Heyva Sor de girt. Weke erkeke mirovahî me alîkariya şoreşê kirin. Ji bo civakek aram û bi hêvî em ê têkoşîn û alîkariya xwe jî berdewam bikin. Di destpêkê de me bi derfetên herî kêm dest bi karê xwe kir. Ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên din şer heye, barekî giran dikeve ser milên me. Koçberî zêde dibe jiyan jî bi vê yekê re dijwar dibe. Erkên ku dikeve ser milê me, em bi rêxistina xwe xurtir dikin."
Di Heyva Sor a Kurd de karê mirovahî bê sînor e!
Senayê bal kişand ser girîngî û taybetmendiya xebatên Heyva Sor a Kurd û wiha berdewam kir: "Niha jî li tevahî qadên me xebat hatine xurtkirin. Bi taybetî di xebatên ku girêdayî jinê ye de bi rêya semîneran jin dikare xwe pêş bixin. Îro ambargo û planên ku li ser jiyana mirovan tên meşandin, gelek zehmetiyan bi xwe re tînin. Heta ji destên me tê em wekî Heyva Sor a Kurd hewl didin ku birînên gelên koçber derman bikin.”
Jinên Heyva Sor mînaka xebat û xizmeta mirovahiyê ne!
Senayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Niha jî em amadekariya beşên nû yên tendirûstiyê dikin. Em weke Heyva Sor a Kurd em derbasî her cihên ku alîkarî lê pêwist e dibin, ne bi tenê Rojava, em derbasî hemû Bakûrê Sûriyeyê dibin. Em banga rêxistinên navneteweyî dikin ku alîkariya koçber û mexdûrên şer bikin."
‘Xebata ji bo civakê ji bo me rûmet e’
Her wiha rêvebira beşa navîn Êva Elî jî li Qamişloyê derbarê xebatên Heyva Sor a Kurd wiha axivî:”Îro weke jinên Heyva Sor a Kurd em dixwazin ji xebata xizmeta mirovan re bibin nimûne. Ji bo ku rêxistina jinê berfirehtir bibe projeyên xizmeta jin û zarokan dê werin rûniştandin. Niha jî li ser bingeha van projeyan dê xebat bên kirin. Xebata ji bo civakê ji bo me rûmet e."
‘Pêdivî bi xebatên bi rêxistinî heye’
Êva di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Em ê ji bo projeyên li ser zewaca di temenê biçûk de jî xebatan çêbikin. Em ê derbarê beşên cur be cur semîneran li dar bixin. Ji bo ku jin di her astê de bibin xwedî agahî û bikaribe li tendirustiya xwe li û civaka xwe xwedî derbikevin pêwistî bi xebatên bi rexistinî heye. "







