Hevkariya daraz û mêr: ji bo jinê testa ‘bekaretê’ xwestin

  • 12:03 6 Mijdar 2017
  • Rojane
ENQERE - Kesê bi navê H.S diyar kir ku jina bi navê Î.S ne bakîre ye û li ser vê yekê xwest ku dev jê berde.  Li ser gotina kesê bi navê H.S, jina bi navê Î.S ji aliyê daraza ku testa ‘bekaretê’ xwest bi pêkanîna zayendperestiyê rû bi rû ma.
 
Mêrê bi navê H.S şeva ku bi jina bi navê Î.S re zewicî diyar kir ku Î.S ne ‘bakîre ye’ û doza hevberdanê lê vekir. Li ser vê gotinê Î.S jî bi rêya parêzer li 4’emîn  Dadgeha Malbatê ya Enqereyê bi taleba  tazmînata 200 hezar TL a maddî-manevî  doza hevbardanê li H.S vekir.
 
Li ser vê yekê tevlî ku mecbûriyeta kirina testa bekaretê tuneye jî  heyeta dadgehê biryar da ku Î.S testa ‘bekaretê’ bike û  raporê bigire. Piştre dadgehê li gor encema raporê cezayê pere yê maddî-manevî li kesê bi navê H.S birî.