Zarokê li Nisêbînê birîdar bû: Me digot pêlîstok e

  • 13:17 6 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di encama çêkirina TOKÎ'yan de li cihê ku bermahî lê hatin valakirin ji ber teqemeniyên di nava van bermahiyan de gelek zarok birîdar dibin. Ji zarokên ku birîndar bûn O.Y. diyar kir ku wan teqemeniya bi wan de teqiyaye pêlîstok hesibandine. Dayika heman zarokî Sosin jî xwest ku bila cihê bermahî lê hatine valakirin demildest bê paqijkiirn û ev tişt got: "Bila êdî zarok nemirin."
 
Li taxa Yenîşehîr ya Nisêbîna Mêrdînê li nêzî cihê ku bermahiyên TOKÎ'yan lê hatin valakirin berî bi du rojan cismekî nehat zanîn ku çi ye teqiyabû. Di encma vê teqînê de 3 zarokên temenê wan di navbera 11-12'an de diguherî birîndar bibûn. Ji van zarokan O.Y. piştî ku hat dermankirin ji nexweşxaneyê şandin malê, zarokê bi navê Y.Y. ku berê şandibûn malê jî wê sibe bê emelyatkirin. N.Y. Yê ku hatibû emelyatkirin jî dermankirina wî berdewam dike. 
 
'Heta ku heta ku teqiya me digot pêlîstok e' 
 
Zarokê 11 salî OY'yê ku di encma teqînê de bîrndar bû tişt ê hat serî wî wiha vegto: "Ez û pismamên xwe em li cihê ku bermahiyê TOKÎ'yê li dihatin valakirin bûn. Ev barmahî herî zêde li taxa Yenîşehirê tên valakirin. Yên ku berê jî hatibûn valakirin hîna nehatibûn paqijkirin. Min û pismamê xwe me li wê tiştekî wekî topê glover dît û ji bo ku em pê bilîzin me rahiştê. Lê me nizanibû ku bombe ye. Me got dibe ku hesin be û me hewl da ku em bişkînin. Me çend derban li erdê da lê neşikes û neteqiya jî. Dema ku pismamê min N.Y. cara 4'an avêt erdê dengê teqînê hat.  Yê ku herî ji bombeyê dûrbû ez bûm.  Ew pismamê min ê nêz di nava xwînê de ma û ket erdê. Pismamê min ê din jî ji nav û ji milê xwe birîndar bibû. Yê min jî parçeyek hat li çîpa min ket. Piştre em rakirin nexweşxaneyê. Lê di nava wan bermahiyan de lelek tiştên bi wî rengî hene û heta ku neteqiya me digot pêlîstok e." 
 
'Tu paqijî nehatiye kirin'
 
Dayika O.Y. Sosin Yelmen diyar kir ku ew ji ber teqînan nema karin zarokên xwe berdin derve û wiha berdewam kir: "Min zarok li nexweşxaneyê dîtin. her sê jî di nava xwînê de mabûn. Yê herî rewşa wî giran jî zarokê birayê min bû. Yê din jî piştî ku hat dermankirin şandin malê. Lê niha her vedireşê. Ew jî di nav û milê wî de parçe hebûye. Wê ew jî sibe bê emeliyatkirin. Tevahiya taxê li benda vê bûyerê bû. Bêyî ku tu lêkolîn bê kirin det bi înşaetan kirin û ew bermahiyên ku hatine valakirin jî nayên paqijkirin."
 
'Bila neyê serê tu zarokên din'
 
Sosin bi bîr xist ku du salên dawîn de du zarokan ji ber van bermahiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha destnîşan kir: "Ger ku bombe di destên van zarokan de dibû ku niha ew jî miribûna. Ji bo ku ev bûyer dubare nebin divê ku pirsgirêk bê çareserkirin. Hat serê zarokê min bila neyê serê zarokên din."
 
'Hîna bermahî nehatine paqijkirin'
 
Medîne ya ku bû şahidê teqînê jî wiha got: "Dema ku min nû zarok dîtin dilîstin.  Lê hîna deqeyek derbas nebû dengê teqînekê hat. Min pişta xwe da dîwêr. Piştî ku deng qut bû ez li zîvirîm û min dît ku zarok di nav xwînê de li derve ne. Li cihê bûyerê hîna parçe hene û kesekî paqij nekiriye."