Jinên Rewşenbîr dê bi pênûsa xwe piştgiriya Gelê Efrînê bikin
- 13:30 6 Mijdar 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şevbihêrka helbestan li dar xist. Helbestkaran helbestên xwe diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Gelê Efrînê kirin.
Li Navenda Çand û Hûner a bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê Yekîtiya Rewşenbîran şevbihêrka helbestan li dar xistin. Gelek nivîskar bi sedan welatî beşdarî şevbihêrka helbestan bûn. Helbestvanan şevbihêrka helbestan diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Gelê Efrînê kirin. Jinên Rewşenbîr derbarê şevbihêrka helbestan de nêrînên xwe anîn ziman.
'Gelê Efrînê ne bi tenê ye'
Endama Yekîtiya Rewşenbîran Evîn Yûsif diyar kir ku yekîtî dê her pirsgirêkê çareser bike û wiha got:"Jinên Rewşenbîr helbestên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo Gelê Efrînê xwendin. Gelê Efrînê ne bi tenê ye û em ê heta dawiyê bi hêza pênûsa xwe piştgiriyê bidin Gelê Efrînê."
'Jinên Rewşenbîr bi pênûsa xwe piştgiriya gelê xwe dikin'
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîr a Herêma Cizîrê Leyila Îbrahîm berxwedana Efrînê silav kir û anî ziman ku di şoreşa Rojava de jinan hêz û îradeyeke mezin nîşan dan, jinên rewşenbîr jî bi pênûsa xwe piştgiriya gelê xwe dikin û li hember dagirkeriyê disekinin.
'Em bi berxwedana Efrînê re ne'
Leylayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Jinên rewşenbîr dê heta dawî piştgiriya gelê Efrînê bikin, û her di nav tevgerê de bin. Em bi berxwedana Efrînê re ne."







