Zarokê ku wesayita leşkeran lê qelilbî jiyana xwe ji dest da
- 14:13 6 Mijdar 2017
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê leşkerekî ku ajotina wesayetê hînî hevalê xwe dikir li Burakê 5 salî ket. Di encama qezayê de Burak jiyana xwe ji dest da.
Mirinên ku leşker û polîs dibin sedem berdewam dikin. Leşkerê ku bi wesayeta xwe ya taybet ajotina wesayetê hînî hevalê xwe dikir û navê wî ku hîn diyar nebûye li Kolana Korikê ya Êlihê li zarokê 5 salî Burak Îlhan xist. Burak jiyana xwe ji dest da û derbarê bûyerê jî lêkolîn dest pê kir.
Do li ser rêya derketinê ya Fermandariya Jandarmayê ya Bajêr wesayeta zirxî li trimpêlê ketibû. Di encama qezayê de teva 3 leşkeran 5 kes birîndar bûbûn û rewşa 2 kesan jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve jî piştî OHAL’ê 18 qezayên bi wesayetên zirxî, pêk hatin. Ji ber lêdan û gulebarana wesayetên zirxî heta a niha 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 39 kes jî birîndar bûn. Tenê li Amedê di sala dawî de 21 kesan ji ber lêdan û gulebarana wesayetên zirxî jiyana xwe ji dest dan.







