Ji jinên parêzer berteka ‘zayendperestiyê’

  • 15:53 6 Mijdar 2017
  • Rojane
MÊRSÎN - Ji aliyê Baroya Mêrsînê ji bo sala 2018’an ajandayên ji bo jin û mêran bi rengên cuda hatibûn amadekirin. Jinên parêzer jî li dijî vê yekê bertek nîşan dan.  
  
Ajandayên ku ji aliyê Baroya Mêrsînê ji bo sala 2018’an û bi taybet hat amadekirin li parêzerên jin û mêr hatin belavkirin. Ajandayên  turkuaz li mêran ên penbe jî li jinan  hat belavkirin. Parêzerên jin ev yek wek ‘zayendperestiyê’ pênase kirin û bertek şanî vê yekê dan.
 
Jinên ku ajanda paş de dan Serokê Baroyê diyar kirin ku berî ku ajanda bihata belavkirin bi wan re bişêwiriyan dê pirsgirêkên bi vî rengî nehata jiyandin. Jina bal kişand ser cîhanek ji rengê şîn an jî ji rengê penbe tuneye û diyar kirin ku tam jî di vê xalê de jihevqetandin pêk tê.