Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan belav dibe
- 17:05 6 Mijdar 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin belav dibin. Çalakiya grevê ya li Stenbolê ji aliyê koma nû ve hat dewrgirtin û ya li Îzmîrê jî di roja 11'emîn de berdewam dike. Her wiha li Mêrsînê jî starta grevabirçîbûnê hat dayîn.
Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li bajaran belav dibin.
Stenbol
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, roj bi roj li bajarên cuda belav dibin. Çalakiya li Stenbolê hatiye destpêkirin, komeke cuda dewr girt. Çalakvanên li avahiya HDP'a Kartalê hatin gel hev, îşlikên reş ên wêneyên Abdullah Ocalan li ser in li xwe kirin. Li salona çalakiya greva birçîbûnê jî pankarta "Ji bo jiyana wekhev, azad û bi hev re, ji Ocalan re azadî" hat daliqandin û 10 kesî piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya grevê kir.
Muhatap Îmralî ye
Çalakiya li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê dest pê kir, 14 kesan dewr girt. Çalakvanan ji Abdullah Ocalan re azadî xwest. Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut diyar kir ku divê Ocalan bigihêje azadiya xwe û ev tişt got: "Tekane muhatabê pirsgirêka kurd Ocalan e. Divê tecrîd bi dawî bibe û malbat, parêzer ji bo hevdîtinê biçin giravê."
Îzmîr
Çalakiya grev birçîbûnê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin, di roja 11'emîn de dewam dike. Çalakiya bê dem û bi dorveger li avahiya DBP'ê hatiye destpêkirin, îro 9 rêveberên navçeya Gazîemîrê çalakî dewr girtin.
Herwiha çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'a Muglayê ku hatiye destpêkirin jî di roja 3'yemîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê HDP'a Ortancayê dewr girt.
Mêrsîn
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya di 12’ê Mijdarê de wê bi dawî bibe, li avahiya HDP’ê ya navçeya Akdenîzê starta wê hat dayîn. Rêveberê HDP’ê yê Mêrsînê Îlhamî Yurtsever têkildarî grevê daxuyanî da. Îlhamî diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên şer birêve dibe û wiha axivî: “Bi awayekê keyfî 18 sal e li ser Ocalan tecrîtek girankirî tê meşandin. Tecrîta li ser birêz Ocalan pirsgirêka hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
Çalakiya bi 3 koman hat plankirin, dê heya 12’ê Mijdarê bidome.







