Tacîz, dorpêç, sîxurî: Em nikarin bêhna xwe bistînin
- 09:10 7 Mijdar 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Li Kerboranê zextên li ser gel her ku diçin zêde dibin. Li navçeyê tacîz, ji rê derxistin, dorpêç û îxbar di asta herî jor de ye û gel li taxên xwe nikarin rehet bigerin. Mamosteyên jin jî rastî tacîzê tên.
Li Kerboranê du caran qedexeya derketina derve hat îlankirin û herî dawî di 11’ê Qanûna 2016’an de hat îlankirin û 20 rojan berdewam kiribû. Piştî pevçûnan bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan ciwan hatin girtin. Her wiha qeyûm tayînî şaredariyê bû û mafên qadên jiyanê jî tên xespkirin.
Ji bo tanqan rê çêkirin…
Dorpêça li navçeyê hîna mirov xwe nagihînin navendê xwe dide hîskirin. Di ketin û têketinên navçeyê de nokteyên kontrolê hene. Her wiha ji bo tanqan jî rê hatiye çêkirin. Bi dehan kes bi îdiaya ‘di xendekan de cih girtine’ hatin girtin. Serdegirtina malan gelek zêde bûye. Welatî di GBT û kontrolan de derbas dibin.
Hewl didin ciwanan ji rê derxin
Hêzên dewletê hewl didin wek navçeyên din li Kerboranê jî hişbir, fuhuş û tacîzê bike jiyanê. Welatî diyar dikin ku ciwanên esrarê bi kar tînin rastî tu mudaxaleyê nayên û polîs silavê didin wan ciwanan. Her wiha li navçeyê hejmara cerdewan û nobedaran jî zêde bûn û herî dawî 35 nobedar hatin tayînkirin.
Şêniyên taxê wiha dibêjin: “Em ne êvaran dikarin derkevin derve, ne jî dikarin biçin cem cîranekî. Di tiştekî biçûk de hema bi ser malê de digirin. Yanî em nikarin bêhna xwe bistînin. Dixwazin vir bigirin dest.”







