‘Ji bo mezinkirina azadiyê biçin qadan’

  • 09:14 7 Mijdar 2017
  • Rojane
Bêrîtan Canozer
 
STENBOL - Ji parêzerên KCDP’ê Leyla Suren da zanîn ku  daxwazên wan bi qansî hêz û biryara jinan mezin e û wiha berdewam kir: “Rêxistinbûyin ji bo me gelek girîng e. Di 25’ê Mijdarê de em jin ji bo rêxistinbûna xwe mezin bikin em ê derkevin qadan.”
 
Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) der barê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê, dest bi amadekariya bernameya çalakiyan kir. Jinan diyar kirin ku wê di 25’ê Mijdarê de bi hemû biryarbûna xwe li qadan bin.
 
Endama KCDP’ê Sultan Gurbeyê 25’ê Mijdarê gelek girînge û ji ber vê çalakiyaên wan jî pir girîngin û wiha got: “Me civîn pêk anîn û me got em çalakiyan çawa bikin.  pêşnûme qanûna miftitiyê ket meriyetê. Ji ber vê 25’ê Mijdarê girînge. Emê nîşanê wan bidin ku em bêdeng namînin û wê vê qebûl nekin.”
 
Sultanê bi lêv kir ku divê jin li her qada ku dimînin tevlî çalakiyan bibin û destnîşan kir ku divê jin bi awayekî xurt xwe rêxistin bikin.
 
‘Canê me dişewite’
 
Yek ji parêzerên KCDP’ê Leyla Surenê jî daxuyakirin ku jin ne tenê di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de her tim têdikoşin û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka jinê hîna can dişewitîne.  Dema ev wek hejmar tê dîtin jî canê me zêdetir dişewite. Di 2016’an de 328 jinan jiyana xwe ji dest da. Di 2017’an de jî heta dawiya cotmehê  hejmara jinên hatine qetilkirin li gorî sala borî gelek zêde ye. Zimanê desthilatdariyê yê li hemberî jinan bikartîne gelek hişk e.  Wezîrek me ya jin heye lê kes rûyê wê dengê wê nabihîze.”
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de  wiha got: “Em dixwazin dewlet dest ji polîtîkayên hepiskirina malê berde. Em ê ji bo vê dakevin qadan.Dema em diçin 25’ê Mijdarê wê daxwazên me jî hebin. Di 25’ê Mijdarê de daxwazên me mezinin û em zêdetir bi biryarin.”