Polisan nivîsên derbarê Şîrîn Kiliçal de jêbirin

  • 10:49 7 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Polîsan nivîsên derbarê Şîrîn Kiliçalp ê ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da de jêbirin. Welatiyên ku bertek nîşanî vê helwesta polîsan dan wiha gotin: "Êrîşî bîranînên şehîdên aştiyê dikin. Em ne komkujiyê ji bîr dikin û ne jî Şîrîn ji bîr dikin." 
 
Di encama Komkujiya ku li dijî Mîtînga Ked Aştî û Demokrasiyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat kirin de bi sedan kesên aştîxwaz jiyana xwe ji dest dan. Polîsên ku ji sala 2015'an de êrîşî hemû bîranînên ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan tên lidarxistin dikin vê carê jî li taxa Nurtepe ya Kagithaneya Stenbolê êrîşî nivîsên ku derbarê Şîrîn Kiliçalpde hatin nivîsandin kir û nivîs jêbirin. Li taxa Nurtepeyê ji  aliyê xwendekar û welatiyan ve partreya şîrîn hatibû xêzkirin û derbarê wî de li gelek deverên taxê nivîs hatibûn nivîsandin.
 
Polîsên ku derengiya şevê hatin taxê hemû nivîs jê birin. Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta polîsna dan û wiha gotin: "Bersûcên komkujiyê tên parastin û polîs jî êrîşî bîranînên şehîdan dikin. Em ne komkujiyê û ne jî Şîrîn ji bîr nakin.