Ji bo mîtînga ‘Azadiyê bi ser keve’ xebat berdewam dike
- 12:29 7 Mijdar 2017
- Rojane
AMED - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê di 11’ê Mijdara 2017’an de li Qada Îstasyonê bi dirûşma ‘Azadiyê bi ser keve’ dê mîtîngê bê li dar xistin. Xebatên ji bo mîtîngê bê navber dewam dikin.
Xebatên mîtînga ku dê DBP, HDP û TJA’yê bi dirûşma ‘Azadiyê bi ser keve’ ew ê li dar bixin bê navber dewam dike. Xebatên mîtîngê di pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê de dewam dike. TJA, DBP û HDP’ê belavokên ji bo banga mîtîngê belav kirin û hemû kes dawetî qada mîtîngê kirin ku azadiya xwe biqêrin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Sibel Yigitalp, Ziya Pir, Hevseroka DBP’ê Rûken Akça, aktivîstên TJA’yê, rêvebirên HDP-DBP’ê beşdarî belavkirina belavokan bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Parlamentera HDP’ê Felakna Ûca, ji hunermendan jî Yasemîn Goksû, Hediye Vîranşehîr û Helîmê Omerî dê beşdarî mîtînga ku dê bi dirûşma ‘Azadiyê bi ser keve’ pêk were, bibin.
Mîtîngê roja Şemiyê saet di navbera 12:00-17:00 de li Qada Îstasyonê (Meydana 5’ê Hezîranê) ya Amedê dê bê li dar xistin.







