'Gelê Şengalê ji bo mafê xwe wê 25'ê Mijdarê dakeve qadan'
- 12:17 22 Mijdar 2017
- Rojane
ŞENGAL - Hevseroka MXDŞ'ê Rîham Hico diyar kir ku 25'ê Mijdarê wê li bajarokê Sînonê yê Şengalê meşek were lidar xistin û got; " Gelê Şengalê ji bo mafê xwe wê 25'ê Mijdarê dakeve qadan."
Hevseroka Meclisa Xwesera Demokratîk a Şengalê Rîham Hico diyar kir ku ew dixwazin êdî Şengal bi xwe rêveberiya xwe bike û girêdayî tu parêzgehên Iraqê û bi taybetî Mûsilê nebe. Rîham Hico diyar kir ku bi vê boneyê wê 25'ê Mijdarê li bajarokê Sînonê yê girêdayî Şengalê meşek bê lidarxistin.
Rîham Hico di dewama axaftina xwe de wiha got; " Wek tê zanîn wê di 25'ê Mijdarê de li bajaroka Sinonê ji bo xwesereya Şengalê meşek girseyî were lidarxistin. Armanca meşa ku were lidarxistin jî ew e ku ew projeya me beriya demekê îlan kiribû were qebûl kirin. Ji ber ku rêya tekana ya mîsogerkirina mafê Êzidiyan ev proje ye û di dîroka Êzidiyan de jî tu caran gelê Êzidî ne gihaye mafê xwe û ji bo wan tu tişt nehatiye kirin."
'Em naxwazin Şengal girêdayî tu parêzgehên Iraqê be'
Rîham Hico bal kişand ser azadiya Şengalê û wiha dewam kir: " Beriya fermana 2014'an Şengal bi xwe girêdayî parêzgeha Mûsilê bû lê em niha daxwaz dikin ku Şengal bi xwe ne girêdayî Bexdayê be, ne jî girêdayî tu parêzgehên din ên Iraqê be û ji xwe ev yek di proja me de jî hatiye diyarkirin."
'Divê em armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin'
Di dawiya axaftina xwe de Rîhamê wiha got: "Armanca me ya sereke jî ew e ku em xweseriya Şengalê bi çi awayek be, em pêk bînin, ji ber ku ew armanca şehîdên me bûn, wan bi xwe dixwest xweseriya Şengalê bi xwe bibînin . Ya me jî ew e ku armanc, xwestek û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Ji ber wê jî em bi hêvî ne ku gelê me di 25'ê vê mehê de dakevin qadan û mafê xwe biparêzin û her tiştê xwe bi xwe ava bikin."







