Wê jin li Stenbolê li dijî şîdetê bimeşin

  • 13:17 22 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Meclisa Jinan a Stenbolê wê di 24'ê mehê beriya Roja 25'ê Mijdarê  Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li dijî tundiyê bimeşin. 
 
Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê  Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî re jinan lez dan çalakiyan. Di çarçoveya çalakiyên 25'ê mijdarê de li hemû bajaran çalakiyên vexwendina şermezarkirina vê rojê tên lidarixistin. Meclisa Jinan a Stenolê jî wê di vê çarçoveyê de di 24'ê mijdarê de li Kadikoyê çalakyekê li dar bixe.
 
Meclisa Jinan a Stenolê di daxuyaniya ku da de wiha got: "Em ê 24'ê mehê de li dijî tundiyê bi dirûşma 'Em ê hemû êrîşan aşkera bikin' bimeşin. Em li dijî şîdetê bê deng namînin û bang li hemû jinan dikin ku di 25'ê mijdarê de dakevin qadan."
 
Çalakî wê di 24'ê mijdarê roja înê saet di 19.30'an e ji ber Operaya Sureyya dest pê bike.